Serokwezîrê raspartî serdana Hewlêrê dike û daxwaza vegera PDK’ê bo Bexdayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî roja Şemiyê dighîje Hewlêrê, da ku ligel Serok Mesûd Barzanî û berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive. Mijara sereke ya hevdîtinê, vegera PDK’ê bo Bexdayê û beşdariya di hikûmeta nû de ye.
Li gorî agahiyên ku Kurdistan24ê bi dest xistine, Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî, piştî zincîreya civînên ligel aliyên Sunne û Şîe, niha berê xwe dide Herêma Kurdistanê, daku bi serkirdayetiya Kurd re hevdîtinan bike.
Armanca sereke ya serdana Zeydî ya bo Hewlêrê, gotûbêjkirina li ser beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hikûmeta dahatû de ye. Ew dixwaze hikûmeta wî hemû pêkhate û aliyan li xwe bigire û hewl dide razîbûna PDK’ê bi dest bixe daku dawî li baykota parlamentoyê û hikûmetê bîne û vegerin Bexdayê.
Di civînê de, Elî Zeydî dê nêrîn û bernameya xwe ya ji bo birêvebirina Iraqê pêşkêşî Serok Barzanî bike. Ji aliyê din ve, tê payîn ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) lîsteya daxwaz û nîgeraniyên xwe yên li ser binpêkirinên destûrî û yasayî bi zelalî bide Zeydî.
Elî Zeydî bi têkiliyên xwe yên hevseng ên ligel hemû aliyên Iraqî tê naskirin. Ev taybetmendiya wî, wekî derfetekê tê dîtin daku girêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin çareserkirin.