Enbar: Zêdetirî 30 kîloyên madeyên hişber hatin bindestkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Zêrevanên Sînoran ên Iraqê ragihand ku li rojavayê parêzgeha Enbarê bizaveke qaçaxçîtiya madeyên hişber pûç kiriye, ku bizav kiriye bi rêya balonê wan derbaz bikin, û giraniya wê jî zêdetir ji 30 kîloyan bûye.

Fermandariya Hêzên Zêrevanên Sînoran ên Iraqê îro (Pêncşem, 30ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku hêzên ewlehiyê di çarçoveya bizavên xwe yên berdewam de ji bo nehiştina derbazbûna madeyên hişber kariye baloneke hewayî vebînin, ku wekî amrazeke nû ji bo qaçaxçîtiyê hatiye bikaranîn.

Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku di wê balonê de zêdetir ji 33 kîlogramên hebên hişber hebûne, ku bi giştî dibin zêdetir ji 195 hezar heban. Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku di gavê de ew madeyên hişber hatine bindestkirin û rêkarên qanûnî yên pêdivî di wî warî de hatine bicihanîn.

Her îro Pêncşemê, Dezgeha Ewlehiyê ya Neteweyî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku tenê di meha Nîsanê de 77 tometbar bi tometa bazirganîkirin û belavkirina madeyên hişber hatine girtin.

Ev bizav di demekê de ye ku xetera madeyên hişber, bi taybetî hebên "Captagon"ê, li ser tenduristiya civakî li Iraqê bûye gefeke mezin. Ji ber vê yekê dezgehên ewlehiyê yên Iraqê di van demên dawî de operasyonên xwe yên li dijî torên tawankariyê li seranserê welat zêde kirine û di meha dawiyê de bi dehan kes desteser kirine.