Akademîsyen: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêdivî bi gavên yasayî heye

Diyarbekir (K24) – Di pêvajoya çareseriya pirsa kurd de, Dem Partî dibeje divê demildest gavên yasayî werin avêtin. Desthilat jî dibêje, dê gavên yasayî werin avêtin lê hîn gavek nehatiye avêtin. Hiquqnas û akademisyen balê dikêşin ku sedema derengketina gavên yasayî lawazbûna baweriyê ya navbera aliyan de ye û her wiha bal tê kêşan ku desthilat dixwaze bibîne ku gavên yasayî dê çiqasî sûdbexş bin bo hilbijartinek pêşwext.

Raporta Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê di 18ê sibatê de hat pesendkirin û tê de bal hatibû kêşan ku pêdivî bi gavên yasayî hene û Dem Partî jî dibêje bo pêşxistina pêvajoyê divê gavên yasayî werin avêtin, desthilat jî amaje dike ku dê gavên yasayî werin avêtin, lê hîn jî di vî warî de gavek nehatiye avêtin ku hiqûqnas amaje dikin ku çarenusa pêvajoyê girêdayî avêtina gavên yasayî ye û divê herdu alî jî pirsgirêka jihevbawerbunê çareser bikin û demildest gavên yasayî werin avêtin.

Hiqûqnas Cîhan Ulsen ji Kurdistan24ê re got: “Sedema herî girîng a derengketina gavên yasayî ew e ku aliyên pêvajoyê ji hev ne bawer in. Divê berî her tiştî ev ji holê were rakirin. Endamên PKKê dest ji çekan berdan û derketin derveyî sînoran û niha ew endam li bendê ne ku yasaya vegerê bo wan were derxistin, serkirdeyên PKKê li bendê ne derbarê wan de yasa were derxistin. Çarenusa pêvajoyê jî girêdayî gavên yasayî ye, eger gavên yasayî neyên avêtin mixabin wê pêvajo zirarê bibîne.”

Derbarê derengketina gavên yasayî de Akademîsyen jî dibêjin li aliyekê desthilat li konjonktura rojhilatanavîn dinihêre û li aliyekê dinihêre ku gelo gavên yasayî dê di hilbijartinan de sudbexş be an ne.

Akademîsyenê Beşa Hiquqê yê Zankoya Dîcle Salîm Orhan dibêje: “Qanûn kiriyarên keyfî ji holê radike û pêvajoyê berfirehtir dike ji ber wê qanûn girîng e, nezelaliya rewşa rojhilatanavîn jî avêtina gavan zahmet dike, desthilat jî dizane pêvajo bêqanûn bimeşe ev yek bo desthilatê meşandina pêvajoyê hêsantir dike, ji ber ku dema qanûn derbikeve dê pêvajo ji kontrola desthilatê derbikeve”

Akademîsyen û hiqûqnas dibêjin, rewşa nezelal a Rojhilata Navîn, hesabê hilbijartinê û lawaziya baweriya aliyan dibin sedem ku gavên yasayî dereng bikevin, lê dereng be jî dê gavên yasayî werin avêtin.