Serok Barzanî û Elî Zeydî civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî, bi serokatiya şandeke bilind a Çarçoveya Hevahengiyê gihîşt Hewlêrê û ligel Serok Mesûd Barzanî civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Gulanê li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Falih Zeydî û şanda pê re kir. Piştî merasîma pêşwaziyê, Elî Zeydî ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin û niha her du alî di civînê de ne.

Şandeke bilind a Çarçoveya Hevahengiyê di vê serdana xwe de ligel Serokwezîrê raspartî Elî Zeydî ye. Endamên şandê ev in:

- Muhsîn Mendelawî, Serokê Hevpeymaniya "Esas".

- Ebdulhuseyn Mûsewî, Serokê Hevpeymaniya "Nehca Niştimanî".

- Falih Feyad, Serokê Desteya Heşda Şeibî.

- Ebbas Amirî, Sekreterê Çarçoveya Hevahengiyê.

Bernameya hevdîtinan

Biryar e Elî Zeydî piştî civîna xwe ya ligel Serok Mesûd Barzanî, bi cuda ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bicive. Armanca sereke ya van hevdîtinan gotûbêjkirina pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê û bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ye.

Dema destûrî dest pê kiriye

Serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê şeva 27ê Nîsana 2026an li Bexdayê civiyan û bi yekdengî Elî Zeydî wekî berbijêrê fermî yê Serokwezîriya Iraqê destnîşan kirin.

Li gorî destûra Iraqê, divê serokwezîrê raspartî di dema mehekê de kabîneya xwe amade bike û ji bo wergirtina dengê pêbaweriyê pêşkêşî parlamenê bike. Niha tenê 25 roj li Zeydî mane, daku endamên kabîneya xwe ya nû diyar bike û hikûmeta federal ava bike.