Pentagon: Dorpêçên deryayî yên Amerîkayê 5 mîlyar dolar ziyan gihandiye Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî nirxandinên nû yên Wezareta Ceng a Amerîkayê (Pentagon), ji ber tundkirina dorpêçên deryayî yên Washingtonê, fişara li ser aboriya Îranê zêde bûye û kerta petrolê ya wî welatî bi giranî bandor bûye.
Li gorî rapora malpera "Axios", Îranê ji ber sînordarkirina hinardekirina petrolê, nêzîkî 5 mîlyar dolar ziyan dîtîye. Ev yek di çarçoveya stratejiya Washingtonê de tê meşandin ku armanc jê "hişkkirina çavkaniyên darayî yên Tehranê" ye.
Di raporê de hatiye aşkerekirin, niha 31 keştiyên petrolehilgir ku 53 mîlyon bermîl petrol tê de ne, di avên Îranê de asê mane û nikarin bilivin. Nirxê vê petrolê bi 4.8 mîlyar dolarî tê texmînkirin.
Ajansa "Bloomberg" jî ragihand, Îran ji bo çareserkirina kêşeya depokirina petrolê, dest bi bikaranîna keştiyên pir kevn kiriye. Di vê çarçoveyê de, tankereke mezin a modela 1997an, piştî ku bi salan ji sîstemên çavdêriyê winda bûbû, li bendera "Xarkê", navenda sereke ya hinartina petrola Îranê, hatiye dîtin.
Pispor dibêjin vegera van keştiyên kevn nîşana wê yekê ye ku depoyên petrolê yên Îranê tijî bûne. Ji ber dorpêçên deryayî, tanker nikarin barê xwe veguhêzin, lewma Tehran neçar ma ye ku keştiyên kevn wekî "depoyên li ser avê" bikar bîne.
Hinardekirina petrola Îranê niha di xaleke rawestandinê de ye. Çavdêriya hûr û tund a Amerîkayê, bi taybetî li herêmên stratejîk ên wekî Tengava Hurmizê ku rêya herî girîng a enerjiyê ya cîhanê ye, tevgera bazirganiya petrola Tehranê heta asteke metirsîdar sînordar kiriye.