Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e hikûmeta nû rengvedana daxwazên hemû pêkhateyan be

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, êvara îro Şemiyê 02.05.2026an, li Hewlêrê pêşwaziya Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê Elî Falih Zeydî û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinê de ku şandek ji serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê tê de amade bû, her du aliyan rewşa siyasî ya Iraqê û çawaniya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Di civînê de, wan gelek dosyeyên cuda, bi taybetî pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, gotûbêj kirin. 

Her di vî warî de her du aliyan tekez li ser girîngiya xurtkirina diyaloga di navbera hêzên siyasî de kirin, bi mebesta avakirina hikûmeteke ku xizmeta hemû pêkhateyên Iraqê bike û rengvedana daxwazên wan de.

Her di civînê de, rêkxistina peywendiyên Hewlêr - Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûr û yasayên cîbicîkirî de hate gotûbêjkirin.