Saziyên ziman li Diyarbekirê: Divê kurdî bibe xwedî statuya fermî

Navenda Nûçeyan (K24) – Sazî û rêxistinên zimanê kurdî yên Diyarbekirê bernameya rêzeçalakiyên bo 15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî ragihandin. Nûnerên saziyên zimanê kurdî bang kirin ku divê kurd di hemû qadên jiyanê de xwedî li zimanê kurdî derbikevin û guvaşê li dewletê bikin ku kurdî bibe xwedî statu.

Bi boneya 15ê, Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ku salvegera çapkirina hejmara yekem a Kovara Hawarê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî ve ye, li Diyarbekirê amadekariyên çalakiyên bo ziman tên kirin. Di vê çarçoveyê de saziyên zimanê kurdî li Diyarbekirê civînek çapemeniyê li dar xistin û di civînê de bal hate kêşan ku zimanê kurdî bo neteweya kurd xala man û nemanê ye û divê hemu saziyên kurdan hêz û derfetên xwe boz iman bi kar bînin.

Rêvebirê Meclîsa Ziman a Şaredariya Surê Halîl Yana ji K24ê re got: “Divê em xwedî li ziman derbikevin, zimanê me ye ne zimanê kesek din e, divê em li kuçe û kolanan kurdî biaxifin, divê em zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bikin, divê em bi kurdî bixwînin û binivîsin.”

Di civîna saziyên zimanê kurdî de daxuyanî bo balkêşana rewşa zaraveyê zazakî bi zazakî hat xwendin, beşdarê civînê amaje kirin ku peywira hemû sazî û kesayetên kurd e ku xwedî li zimanê kurdî derbikevin û divê di pêvajoya çareseriya pirsa kurd de zimanê kurdî berçav were girtin.

Hevserokê Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamya-Medder Remzî Azîzoglû dibêje: “Ziman girîng e, me boz iman şoreş kirine, me boz iman serî hildaye, mixabin îro dihele, divê em neminin hêviya dewletê ku gav bavêje, divê em bi xwe xwedî lê derbikevin, girîng e ku dewlet bike zimanê fermî ku bi saziyan tenê nabe lê divê em jî xwedî li zimanê xwe derbikevin û îsal şoreşa ziman pêk bînin.”

Saziyên zimanê kurdî li Diyarbekirê ragihandin ku dê ji 3yê gulanê heta dawiya gulanê bo cejna zimanê kurdî çalakiyên curbecur li dar bixin û di çalakiyên zimanê kurdî de jî daxwazên xwedîstatubuna zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî derbixin pêş.