Axios pêşniyareke nû ya Îranê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera "Axios" aşkere kir, Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmizê û bidawîanîna dorpêça deryayî ya Amerîkayê pêşniyareke berfireh daye Washingtonê. Tevî vê yekê, Serokê Amerîkayê Donald Trump hîna gefa êrîşên leşkerî dixwe.

Malpera "Axios" li ser zarê çavkaniyên Amerîkî belav kir, Îranê pêşniyarek pêşkêş kiriye ku armanc jê vekirina Tengava Hurmizê, rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê û rawestandina mayînde ya şer li Îran û Libnanê ye.

Di pêşniyara Îranê de hatiye diyarkirin, ji bo gotûbêjkirina vekirina Tengava Hurmizê û bidawîanîna dorpêça deryayî, mehek dem hatiye veqetandin. Îran mercekî datîne: Tenê piştî lihevkirina li ser van her du mijaran (Hurmiz û Dorpêç), ew amade ye meheke din dem bide, daku li ser "peymana nû ya atomî" gotûbêjan bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din hişyarî da Tehranê û di bersiva pirsên rojnamevanan de got: "Heke Îran tiştekî xirab bike, fermana êrîşeke nû ya leşkerî egereke pir xurt e."

Tevî ku her du alî niha reşnivîsên peymanê ji bo bidawîanîna şer diguherînin, lê Trump hîna "bijardeya leşkerî" wekî rêyekê ji bo şikandina vê xitimbûna siyasî li ber çavan digire.

Li gorî zanyariyan, Îranê roja pêncşema borî planeke nû ya ji 14 xalan pêk tê pêşkêş kiriye. Di heman rojê de, Fermandarê Hêzên Deryayî yên (CENTCOM) Brad Cooper, Donald Trump li ser planên nû yên êrîşên leşkerî yên li ser Îranê agahdar kiriye.

Piştî vê agahdarkirinê, Fermandar Cooper serdana navçeyê kir û li ser keştiya "USS Tripoli" ya li Deryaya Erebî bi leşkeran re civiya. Ev serdan wekî peyameke "amadebaşiya herî bilind" a hêzên Amerîkayê li dijî her egerekê tê nirxandin.