Zaxo: 10 hezar parçe zevî li ser fermanberan tên dabeşkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serperştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ragihand, ji bo dabeşkirina li ser fermanberan, zêdetirî 10 hezar parçe zevî hatine amadekirin û hefteya bê proseya pişkavêtinê dest pê dike.
Serperştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro 3ê Gulanê di konferansekî rojnamevaniyê de aşkere kir, piştî temambûna karên îdarî, niha zêdetirî 10 hezar parçe zevî ji bo dabeşkirinê amade ne. Şêxo destnîşan kir jî, di qonaxên berê de zêdetirî 5 hezar parçe zevî hatibûn dabeşkirin û di vê qonaxê de jî fermanberên ku xizmeta wan ji 8 salan zêdetir e, dê zeviyan wergirin.
Guhdar Şêxo diyar kir, şaredariyên Zaxoyê navên zêdetirî 13 hezar fermanberan amade kiribûn û piştî hûrbîniyê, derket holê ku zêdetirî 10 hezar fermanber şayisteyê wergirtina zeviyan in. Hat ragihandina ku ew fermanberên ku berê ji zevî yan jî yekeyên niştecihbûnê sûdmend bûne, vê carê mafê wan ê wergirtinê nîne.
Li gorî plana îdarî, proseya pişkavêtinê dê ji serê hefteya bê ve dest pê bike. Qonaxa yekem dê ji fermanberên Rêveberiya Çandiniyê dest pê bike û paşê dê li gorî rêveberiyên din berdewam bike. Tê payîn ku ev prose di navbera 4 heta 6 mehên din de bi temamî bidawî bibe, lê Şêxo dilniyayî da ku ti fermanberekî şayiste, bê zevî namîne.
Serperştiyarê Îdareya Zaxoyê herwiha ragihand, lijneyeke taybet hatiye avakirin daku wan welatî û cotkarên ku zeviyên wan ji bo vê proseyê hatine bikaranîn, qerebû bikin. Qerebûkirin dê bi rêya dayîna zevî, drav yan jî milk be û ji bo vê yekê hemû amadekariyên yasayî hatine girtin.
Ev gava Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê di çarçoveya biryara Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de ye ku armanc jê, dabînkirina zeviyan ji bo fermanberên ku zêdetirî 8 salan xizmeta wan heye û berê sûdmend nebûne, ye.