Îran ji Amerîkayê dixwaze dev ji daxwazên xwe yên "zêde" berde

Alayên Amerîka û Îranê
Alayên Amerîka û Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Îranê li Pakistanê ragihand ku wan planeke nû ji bo bidawîanîna şer pêşkêşî Islamabadê kiriye, da ku bigihîne destê Amerîkayê. Li beranberî wê yekê jî, Serokê Amerîkayê wesa dibîne ku ew plan nayê qebûlkirin.

Balyozê Îranê li Pakistanê Rıza Emîrî Muqaddem îro (Yekşem, 03ê Gulana 2026ê) ragihand ku, Tehranê ji bo bidawîanîna herdemî ya şer planeke nû pêşkêşî Pakistanê kiriye, da ku wek navbeynkareke sereke bigihîne destê Amerîkayê.

Balyozê Îranê tekez jî kir ku Tehran di bizavên xwe de zelal e û niha top di qada Amerîkayê de ye; heke Waşinton bi rastî dixwaze pirsgirêkan çareser bike, divê reftarên xwe biguherîne û dev ji daxwazên xwe yên zor û zêde berde.

Li beranberî wê yekê jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser plana 14 xalî ya Îranê ji bo bidawîanîna şer ragihandiye ku, ew dê di zûtirîn dem de wê planê binirxîne, lê ew nafikire ku ew plan bê qebûlkirin, ji ber ku li gorî gotina wî, Îranê hêşta berdêla wan hemî kiryaran nedaye yên ku di 47 salên borî de li dijî mirovahiyê kirine.

Li ser asta dualî jî, Rıza Emîrî da zanîn ku her du welat ji bo zêdekirina qebareya lihevguhertina bazirganî di bizavên berdewam de ne. Ji bo gihîştina bi bazarên Qefqaz û Asyaya Navîn, Pakistan dixwaze axa Îranê û deriyên wê yên sînorî mîna Mîrcave û Rîmdanê wekî baştirîn bijardeya tranzîtê bi kar bîne.