Wezareta Tenduristiyê: Zêdetirîn damezrandin bo Helebçeyê hatiye kirin û em berdewam in

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de têkdana medyayeke partîtî red dike û radigihîne ku, parêzgeha Helebçeyê zêdetirîn rêjeya damezrandinê hebûye û hejmareke din a kadroyên tenduristiyê jî dê ji bo wê bên damezrandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 03ê Gulana 2026ê)  di daxuyaniyekê de diyar kir ku di sektora tenduristiyê de li gorî zêdetirîn rêjeya damezrandinê, parêzgehên Helebçe û Silêmaniyê li rêza yekê û duyê ne û li pey wan Hewlêr û Dihok tên.

Wezareta Tenduristiyê ligel wê daxuyaniyê kopiyên nivîsarên Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran, fermanên Wezareta Tenduristiyê û Encûmena Rajeyê belav kirin û ragihand: "Li ser damezrandina hejmarek ji karmendên tenduristiyê ji bo nexweşxaneyên bajarê Dihokê, me pêdivî dît ku li ser nûçeyeke şaş a 'Kanal8'ê daxuyaniyekê bidin; qaşo damezrandin ji bo Helebçeya xweşevî nehatiye kirin. Lê di rastiyê de Helebçeya Şehîd pêşeng bûye û di qonaxa yekê de zêdetirîn rêje û hejmara damezrandinê hebûye û ev pêvajo dê berdewam jî be."

Wezareta navbirî tekez jî kir ku nexweşxaneyên Helebçeyê li rêza yekê ya parêzgehan bûn ku damezrandin jê re hatiye kirin û bi sê qonaxên cuda cuda, tenê ji bo dezgehên tenduristiyê 151 karmend hatin damezrandin. Ev jî li gorî damezrandinê li parêzgehên din, ên wekî Silêmanî, Hewlêr û ya dawiyê jî Dihokê, zêdetirîn rêje û hejmar bûye.

Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye eşkerekirin: “Di her damezrandinekê de, zanîngehên hikûmetê û yên taybet bêyî cudakarî li ber çavan hatine wergirtin. Her çendê di wê nûçeyê de behsa zanîngeha taybet tê kirin, lê em li vê derê radigîhin ku ew zanîngeha ne taybet e û xwedî baweriya navneteweyî ye, lewma em tevahiya wê nûçeyê red dikin.”

Herwesa got: “Em piştrast in ku welatiyên xweşevî yên Helebçeya şehîd bi veşartina rastiyan nayên xapandin û ji bo armancên siyasî yên ti aliyekî nayên bikaranîn, belkî Helebçeya Şehîd her tim ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Tenduristiyê xwedî girîngiyeke taybet e û cihê wê bilind e."