Sunî pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê nîşqa dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Siyasî ya Niştimanî ya Suniyên Iraqê pirsa bilezkirina pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê nîqaş kir û tekez li ser pêdivîtiya amadekirina danana bernameyeke xurt kir, ku li gorî qonaxa niha be.
Encûmena Siyasî ya Niştimanî ya Suniyên Iraqê îro (Yekşem, 03ê Gulana 2026ê) li bingeha Xemîs Xençer li bajarê Bexdayê civîneke berfireh kir.
Li gorî daxuyaniya Encûmena navbirî, di çarçoveya wê civînê de behsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hat kirin û tevlîbûyîyan tekez li ser girîngiya lezandina wê pêvajoyê kir, bi awayekî ku li gorî daxwaz û pêdivîtiyên vê qonaxa hestyar be.
Encûmena navbirî herwesa nîqaş li ser pêşkêşkirina pêşniyar û dîtinên nû jî kir, daku di nava bernameya hikûmeta bê de bên bicîhkirin.
Her di wê civînê de, wê encûmenê çend biryar jî derxistin û tekez li ser pêdivîtiya lezandina pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê kir.
Herwesa daxwaz kir ku ji bo rûbirûbûna astengiyên siyasî, xizmetkarî û aborî yên Iraqê, kar ji bo yekkirina hemî bizavan bê kirin.