Kabîneya hikûmeta Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê û rageşiyên navçeyê gotûbêj dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo nirxandina çend mijarên krîtîk ên navxweyî û herêmî dicive. Di civînê de mijarên wekî alozîyên Rojhilata Navîn, qonaxa nû ya pêvajoya aştiyê, ewlehiya dibistanan û têkoşîna li dijî enflasyonê li ser masê ne.
Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê îro 4ê Gulanê bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan li Enqereyê dicive. Di civînê de gelek dosyayên girîng ên ku bandorê li siyaseta navxweyî û derve dikin, dê werin nirxandin.
Li gorî medyayên nêzîkî hikûmetê, di civînê de pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn, bi taybetî danûstandinên aştiyê yên di navbera Amerîka û Îranê de û rewşa krîtîk a li Tengava Hurmizê dê werin gotûbêjkirin.
Mijareke din a herî baldar a civînê, nîqaşên li ser "qonaxeke nû ya pêvajoya aştiyê" ye. Tê çaverêkirin ku kabîne li ser gavên yasayî yên ji bo çekberdana PKKê raweste. Ev mijar piştî raport û piştrastkirina MİTê ketiye rojeva fermî ya hikûmetê.
Hikûmet dê di civînê de pergaleke nû ya ewlehiyê ji bo saziyên perwerdeyê binirxîne. Di meha Nîsana 2026an de, li bajarên Riha û Mereşê du êrîşên çekdarî li dibistanan pêk hatibûn û di encamê de gelek xwendekar û mamoste bibûn qurbanî. Ev bûyer bûn sedema tirs û fikarên mezin di nav raya giştî de; lewma kabîne dê li ser tundkirina rênimayên ewlehiyê yên li dibistanan biryarên nû bide.
Di beşa aboriyê de, ji bo kêmkirina enflasyonê û parastina nirxê lîreyê Tirkiyeyê, planên nû yên wezareta darayî dê werin pêşkêşkirin. Hikûmet hewl dide bi rêkarên nû zextên aborî yên li ser welatiyan kêm bike.