Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Eşa Komkujiya Dêrsimê bi yekîtiyê sivik dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk di 89emîn salvegera Jenosîda Dêrsimê de bang kir ku dewlet bi dîroka xwe re rûbirû bibe. Herwiha daxwaz kir ku cihê mezelê Seyid Riza were aşkerekirin.

Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk îro 4ê Gulanê, bi boneya salvegera Komkujiya Dêrsimê, daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Komkujiya Dêrsimê yek ji êşên herî giran ên dîroka Kurd e û bang li gelê Kurd kir ku li dijî van karesatan yekîtiya xwe xurt bikin.

Daxuyaniya Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk:

Komkujiya Dêrsimê ku 89 sal berê îro dest pê kir, di dîroka gelê Kurd de yek ji êşeke herî giran e. Lewra di çarçoveya vê komkujiyê de; rasterast nasnameya Kurd – Elewî hedef hat girtin û bi dehan hezar kes hatin qetilkirin, bi dehan hezar kes ji warên xwe hatin sirgûnkirin û zarokên Dêrsimî ji malbatên xwe hatin dûrxistin. 

Armanca sereke a feraseta dewletê li Dêrsimê, bi tevahî tunekirina pergala civakî ya Kurdên Elewî bû. Bêguman ev armanç jî wekî berdewamiya Plana Islahata Şerqê ku di 1925an de hatibû ragihandin, hat meşandin. Heta destpêka komkujiyê, li ser Dêrsimê raporên nepenî yên fermî hatin amadekirin û “Zagona Tûnceliyê” hat derxistin. Êrîşên leşkerî piştî van amadekariyan di 4ê Gulana 1937an de dest pê kirin û di seranserê sala 1938an de jî hatin domandin. 

Erdnigariya Dêrsimê bi êrîşên hovane, polîtîkayên koçberî û sirgûnê hat valakirin, pêşeng û rûspiyên Kurdên Elewî hatin qetilkirin. Ji wan yek jî Seyîd Riza û rêhevalên wî ne ku di 15ê Mijdara 1937an de li Qada Genim a Xarpêtê hatibûn darvekirin. Lê mixabin ku di nava 100 salên dawî de êrişên li ser Kurdên Elewî bi vê komkujiyê jî bidawî nehat. Lewra ji Çorûmê heta Meraşê, ji Sêwazê heta êrîşên li Dêrsimê yên di salên 1990î de gelê Elewî her tim bi qetlîaman re rûbirû ma. 

Tevî qetlîam û koçberiyê, belge û îtîrafên fermî hê jî hevrûbûnek pêk nehatiye. Îro jî şopên komkujiyê li ser axa Dêrsimê tên dîtin û jana komkujiyê di dilê her Kurdekî de hê jî zindî ye. Lewra Komkujiya Dêrsimê wekî Komkujiya Helebçeyê li çar parçe Kurdistanê êşeke hevpar a Kurdan e. Em binî xêz dikin ku nêzikatiya li van komkujiyan di heman demê de nêzikatiya li hemû Kurdan e. 

Divê dewlet li hemberî Komkujiya Dêrsimê helwesta xwe ya rewşparêz di ber çavan re derbas bike. Lewra di serî de gelê Dêrsimê, hemû gelê Kurd li hêviya sivikkirina êşan û hevrûbûneke rasteqîn e. Daxwaz zelal in; mafê rayagiştî heye ku heqîqetên vê komkujiyê bizanibe. Divê tavilê hemû arşîvên leşkerî werin vekirin. Herwiha pêwistiya komîsyoneke heqîqetê jî li holê ye. Divê navê “Tûncelî” were betalkirin û navê berê yê dîrokî “Dêrsim” were qebûlkirin. Divê cihê gora Seyîd Riza û rêhevalên wî demildest werin aşkerekirin.

Herwiha em dizanin ku gelê Kurd li hemberî qetlîam û êrîşan ancax bi hevdû xwedîderketîn û mezinkirina piştevaniyê dikare birînên hevdû derman bike û jana qetlîaman sivik bike. Ji ber vê, Îro yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd dermanê herî bi bandor e. Banga me li hemû gelê Kurd e ku li hemberî birîn û êşên xwişk û birayên xwe xemsar nebin. Lewra yek ji tiştê herî girîng ku me dike yek netewe, li dijî qetlîaman helwesta me ya hevpar e. 

Em qetilkirina Kurdên Elewî li Dêrsimê di ser re hezar sal jî derbas bin tu car ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Ji ber vê, di 89emîn salvegera Komkujiya Dêrsimê de ku gelê Dêrsimê wekî “Tertele” pênase dike, em hemû kujeran bi tundî lanet dikin û hemû kesên ku bi awayekî hovane hatine qetilkirin cardin bi rêzdarî bi bîr tînin.