Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotûbêj kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê pêvajoya siyasî ya welat û gavên bê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotûbêj kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 4ê Gulanê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi Serokwezîrê Iraqa Federe Mihemed Şîya El-Sûdanî re civiya.
Di civînê de, pêvajoya siyasî ya welat û gavên bên yên avakirina hikûmeta nû ya federe hatin gotûbêjkirin. Tekez li ser girîngiya berdewamiya pêvajoya siyasî li ser bingeha hevbeşiya di navbera pêkhateyan de hate kirin, bi awayekî ku hikûmeta bêt temamkera hewlên parastina aramiyê û pêşvebirina hevfêmkirina navbera aliyan be.
Herdu aliyan behsa kar û çalakiyên hikûmeta Iraqê ya federe di qonaxa borî de kirin û Nêçîrvan Barzanî destxweşî li hewlên Sûdanî kir. Her wiha tekez li ser girîngiya avakirina li ser wan hevfêmkirinan hate kirin yên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina kêşeyan çêbûne.
Beşeke din a civînê, tekezkirin bû li ser parastina aramiyê û dûrxistina Iraqê ji aloziyan û encamên şerê li navçeyê, bi awayekî ku serweriya welat û berjewendiya giştî parastî bin.