Xelkê Qamişlo li hember buhabûnê daket kolanan: "Bila nirx werin daxistin"
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, piştî bilindbûna nirxê mazotê û keresteyên sereke, gelek nanxaneyên taybet (Siyahî) karê xwe rawestandin. Welatî û bazirgan hişyarî didin ku ev buhabûn jiyana xelkê ber bi karesatê ve dibe.
Biryara nû ya Rêveberiya Xweser a ji bo bilindkirina nirxê mazotê, bandoreke giran li ser sektora nanpêjiyê û aboriya bazarê kir. Li Qamişlo, nanxaneyên mezin deriyên xwe girtin û makîneyên wan sekinîn.
Nirxê lîtreya mazotê ji bo nanxaneyan ji 2050 Lîreyên Sûrî derket 55 sentên Amerîkî (nêzîkî 7600 L.S). Xwediyên nanxaneyan diyar dikin ku tûrikê nan niha bi 4000 lîreyî tê firotin, lê li gorî lêçûnên nû yên mazot, ard û tûrikan, divê tûrikê nan bi 12 hezar lîreyî were firotin da ku ew ziyanê nekin. Ji ber ku nan nayê erzankirin û lêçûn zêde ne, nanxane neçar mane karê xwe rawestînin.
Welatî Cihad Ehmed derbarê rewşê de wiha axivî: "Nan buha ye, sebze buha ne, kireyê xaniyan buha ye. Karkerekî ku mehê 600 hezar lîre werdigire, dê çawa nan bikire û çawa debara malbata xwe bike? Rewş gelekî giran e."
Bazirganên bajêr jî balê dikişînin ser bilindbûna bac û gumrikan ku rasterast bandorê li bihayê bazarê dike. Bazirgan Umran Dawûd da zanîn ku hêza kirînê ya xelkê gelekî kêm bûye û wiha got: "Ji ber buhabûna gumrikê û mazotê, hêza kirînê ya xelkê ji sedî 30 heta 35 kêm bûye. Bazar sekinî ye û xelk di rewşeke zehmet de ye."
Ji ber vê rewşa aborî, hejmarek welatî û rewşenbîr li Qamişlo bi pankartan daketin kolanan. Xwepêşanderan daxwaz kirin ku Rêveberiya Xweser sînorê buhabûnê bigire û nirxê mazot û kelûpelên sereke kêm bike, da ku asayîşa civakî neyê têkbirin.
Bilindbûna nirxê sotemeniyê ne tenê bandorê li nan dike, lê belê dê di demeke nêz de bandore li ser hemû warên jiyanê li Rojavayê Kurdistanê bike.