Termê yek ji windabûyîyên bûyera Geliyê Elî Beg hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Tîmên Berevaniya Şaristanî ya Soranê, piştî çar rojan ji lêgerîn û şopandina berdewam, karî termê yek ji wan her sê kesan bibînin ên ku di bûyera ketina timbêlekê de li Geliyê Elî Beg winda bûbûn. Pêvajoya lêgerînê ji bo dîtina du qurbaniyên din jî bi rêya bikaranîna teknolojiya pêşketî berdewam e.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Teyfûr Mihemed li cihê wê bûyerê ragihand: "Niha termê yek ji qurbaniyên bûyera Geliyê Elî Beg ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ya Soranê ve hat dîtin."

Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje bi wê yekê jî kir ku tîmên Berevaniya Şaristanî di dirêjahiya çar rojên borî de pêvajoyeke baş a lêgerînê daye destpêkirin û ji bo vê meremê jî gelek amûr û teknolojiyên pêşketî bi kar anîne.

Ji aliyekî din ve jî, yek ji xizmên malbata qurbanî ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew termê îro hatiye dîtin yê Lawend Xurşîd ê 7 salî ye.

Li gorî zanyarên Teyfûr Mihemed, heta niha termê her yek ji Adem Xurşîd ê 3 salî û Mîna Îsa ya 17 salî nehatine dîtin û pêvajoya lêgerîna li pey wan berdewam e.

Ev jî di demekê de ye ku nêzîkî saet 21:40 ê roja Înê, 01ê Gulana 2026ê, timbêlekê, ku 5 kes tê de bûn û hemî jî şêniyên nahiyeya Xelîfanê bûn, kontrola xwe ji dest da û ket di nav rûbarê Geliyê Elî Beg de.

Kesên di wê timbêlê de ev bûn: Mêrek bi navê Osame Mutelib û Meta wî, ligel sê kesên din ku du zarok û keçeke ciwan in.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Soranê Rewend Meẍdîd jî di eyn îdemê de ji Kurdistan24ê re ragihandibû: "Di dema ketina wê timbêlê de, Osame û meta wî rizgar bûn, lê ew her sê kesên din di nav avê de winda bûn."