Ozgur Ozel: Divê hemî Kurd hest bi wekheviyê bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Giştî yê CHPê ragihand ku çareserkirina pirsa Kurdan berpirsyariyeke dîrokî ya hemî aliyan e. Tekez jî kir ku divê pergaleke demokratîk bê avakirina, ku tê de hemî Kurd hest bi wekheviyê bikin.
Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro (Sêşem, 05ê Gulana 2026ê) ragihand ku mijara çekdanana PKKê berpirsyariyeke mezin a li ser milê hemî aliyan e û CHP dixwaze di hundirê welat de ti pirsgirêk nemînin û hemî Kurd di nava tebayî, yekîtî û wekheviyê de bijîn.
Ozgur Ozel herwesa got: "Çekdanana PKKê û avêtina pêngavên demokratîk ne mijara pêşbirkê, dijminatî û dijberiyê ne; ev mijar berpirsyariyeke dîrokî ye ku li ser milê me hemiyan e." Herwesa got ku israra wan ji bo aştî û demokrasiyê dê berdewam be.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî her îro bi tevlîbûna hejmareke endamên asta bilind ên serkirdetiyê, bi helkeftina derbazbûna salekê li ser kongreya xwehilweşandinê, konferanseke rojnamevaniyê li dar xist û bal kişand ser pêşhatên dawiyê yên pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk.
Serkirdetiya PKKê di konferansa xwe ya rojnamevaniyê de tevgereke nû bi navê "Rêveberiya Tevgera Apoyî" ragihand.