PSG derbasî fînala Lîga Şampiyonan bû û dê rûbirûyê Arsenal bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Yaneya Parîs Saint-Germain (PSG) piştî ku li Almanyayê bi Bayern Munichê re wekhev ma, bi encama her du maçan, bilêta fînala Lîga Şampiyonan a Ewropayê bidest xist.

Şeva borî, di maça vegera ya nîv-fînala Lîga Şampiyonan de, yaneya Fransî PSG li stadyuma Allianz Arena bû mêvanê tîma Almanî Bayern Munich. Maç bi encama (1 – 1) bidawî bû, lê ev encam ji bo derbasbûna PSGê bes bû.

Yarîzanê PSGê Ousmane Dembele di xuleka (3) a maçê de golek zû tomar kir û yaneya xwe xist pêş. Tevî ku Bayern Munichê li qada xwe zexteke mezin kir jî, gola wekheviyê tenê di xuleka (94) de ji aliyê Harry Kane ve hat avêtin. Maç bi encama (1 – 1) bidawî bû.

PSG di maça yekem de ku li yarîgeha "Parc des Princes" a Parîsê hatibû lîstin, bi encama (5 – 4) biser ketibû. Bi wekheviya di maça duyem de, PSG bi encama giştî ya (6 – 5) karî Bayern Munichê ji vê qehremaniyê derxîne û bo sala duyem parastina nasnavê xwe yê şampiyoniyê bidomîne.

Fînal li Budapeştê ye: PSG li dijî Arsenalê

Li gorî bernameyê, PSG dê di maça fînalê de rûbirûyê tîma Îngilîz Arsenal bibe. Arsenalê piştî ku tîma Spanî Atletico Madrid derxist, gihîştibû fînalê.

Maça fînalê ya Lîga Şampiyonan dê di 30ê Gulanê de, li Budapeştê , paytexta Hungaryayê bê lîstin.