Tirkiye: Ji 15 hezar mamostayên nû tenê 16 yên zimanê Kurdî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 15 hezar mamostayên nû tên damezrandin, ji wê hejmarê jî tenê 16 mamostayên zimanê Kurdî tên damezrandin.
Biryar e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi du qonaxan 30 hezar mamostayên nû bên wergirtin û di qonaxa yekê de 15 hezar mamosta tên damezrandin.
Di nav wan 15 hezar mamostayên ku tên damezrandin de, tenê 16 mamostayên zimanê Kurdî hene; bi awayekî ku 15 mamosta ji bo zaravayê Kurmancî û mamostayek jî ji bo zaravayê Zazakî tê damezrandin.
Herwisa namzedên mamostatiyê piştî ku li navenda perwerde û kiryarê tên bicihkirin, dest bi perwerdeya amadekariyê dikin, ku ji dersên kiryarkî û teorî pêk tê.
Ew namzedên ku di perwerdeyê de serkeftî dibin, di destpêkê de wekî mamostayên girêbest tên damezrandin û piştî sê salan jî dibin mamostayên hertimî.
Herwisa meha borî bo cara yekê di dîroka Tirkiyeyê de, mamostayekî zimanê Kurdî bi fermî li yek ji dibistanên bajarê Stenbolê hat damezrandin û dest bi dersdanê kir, vê yekê jî karvedanên erênî li pey xwe anîn.
Ev mamosta ji bo Dibistana Navîn a Sultan Alparslanê li devera Esenyurtê ya parêzgeha Stenbolê hatiye destnîşankirin. Di pêngava xwe ya yekê de xwendekarên xwe bi çand û zimanê Kurdî dane nasîn û sirûda Zimanê Kurdî bi zarokan re got.
Ev pêşhat wekî pêngaveke werçerxanê di sîstema perwerdeyê de tê dîtin û karvedanên erênî yên zêde li ser torên civakî jê peyda bûn.
Ji sala 2012ê ve, Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) wekî derseka bijarde ji bo polên pênc heta heştê di bernameya xwendinê de cîgir kiriye.
Tevî ku salane bi hezaran xwendekar daxwaznameyê ji bo xwendina vê dersê pêşkêş dikin, lê pêvajoya damezrandina mamostayên pispor ên zimanê Kurdî bi rengekê fermî gelek sist bûye û tenê hejmareke kêm ji wan mamostayan li çend bajaran hatine damezrandin.