Xwenîşandanên Herêma Kurdistanê yên dijî biryarên Bexdayê dibin manşêtên medyayên cîhanî
Navenda Nûçeyan (K24) – Xwenîşandanên cemawerî yên berfireh ên duhî Pêncşem, 26ê Mijdara 2026ê, li Hewlêrê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê li dijî biryarên Hikûmeta Federalî ya Îraqê li ser zeviyên petrolê û deriyên sînorî bûne manşêtên sereke û cihê balkişandina medyayên cîhanî û herêmî.
Medyayên navdar ên cîhan û herêmê, wekî: Washington Post, NBC News, Associated Press (AP), Reuters, DW, Al Jazeera English, Al-Monitor, The National, Washington Times, Middle East Online, The New Arab, i24NEWS, Saudi Gazette, APT û bi dehan medyayên din ên herêmî û cîhanî raportên taybet li ser xwenîşandanên cemawerî yên li ber Kelha Hewlêrê û kombûnên Dihokê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê belav kirin; herwisa li ser torên civakî û ji aliyê hejmareka rojnamevan û şîrovekarên biyanî ve jî gelek karvedan jê peyda bûn.
Di raportên wan medyayên de behsa wê yekê hatiye kirin ku bi hezaran welatiyan bi bilindkirina Alaya Kurdistanê û hildana dirûşmên li dijî biryarên Bexdayê rijiyane ser cadeyan û wan pêngavên Bexdayê wisa kiriye ku aliyên siyasî yên hevrik ên Herêma Kurdistanê jî bi yekdengî li hember Hikûmeta Federalî rawestin.
Her yek ji Associated Press û DWê bal kişandiye ser reh û rîşeyên duberekiyên li ser desthilatên destûrî, deverên duberekî li ser, bicihanîna Madeya 140ê û dosyeya petrol û budceyê.
Li bajarê Hewlêrê, sibeha duhî Pêncşemê bi hezaran kes ji hemî texên civakê, ji xwendekarên zanîngeh û peymangehan, mamosta, fermanber, kedkar û xanenişînan, ji rêyên sereke ve ber bi ber Kelha Hewlêrê xwenîşandan kir. Li ser pankartên xwenîşanderan hatibû nivîsîn: «Herêma Kurdistanê pabendî biryareke nedestûrî û sepandina îradeya ti kes û aliyekî natewîne».
Kesên tevlîbûyî di dema romala Kurdistan24ê de piştrast kir ku pirsgirêka wan ne tenê pirsa mûçeyan e, belkî pirsa ax, nasname û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye jî.
Ev alozî piştî biryarên roja Sêşemê yên Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî dest pê kirin, ji bo xistina bin desthilata federalî ya deriyên sînorî, destûriya hinardekirina petrolê û zeviyên petrolê yên Kerkûk, Diyale, Selahedîn û Neynewayê bi hinceta rêgirtina li qaçaxçîtiya petrolê.