Muhsin Rezayî: Divê Amerîka me qerebû bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Tehran bidawîhatina qonaxa "sebra stratejîk" li hember Waşintonê radigihîne û Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê jî tekez dike ku ew dê ji bo qerebûkirina zirarên şer tu tawîzan nedin. Ev yek jî di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump behsa gihîştina bi lihevkirineke nêzîk dike lê hevdem gefên bombebaraneke tundtir jî dike.
Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Muhsin Rezayî îro (Pêncşem, 7ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku welatê wî rûpeleke nû di peywendiyên navneteweyî û hevrikiyên herêmî de vekiriye. Herwesa got: "Îran tu carî venagere ser wan hevkişiyên ku berî şerê 12 rojî yê sala borî hebûn."
Rezayî li ser rewşa Tengava Hurmizê Waşinton tohmetbar kir ku dixwaze bi rêya senaryoyên şanoyî û propagandayan rêyê ji bo vekişîna xwe ya ji deverê xweş bike. Tekez jî kir ku welatê wî rêyê nade ku ev plan bên bicihanîn û êdî rêyê nadin ku şaşiyên borî dubare bibin.
Navirî di pareke din a axaftina xwe de bal kişand ser mijara qerebûkirina zirarên şer û tekez kir ku Amerîka berpirsyar e ji hemî wan zirarên ku gihandine Îranê. Herwesa got: "Taran dê bêyî tu destberdan û paşveçûnek hemî mafên xwe yên qanûnî û qerebûyên xwe yên darayî ji Amerîkayê werbigire."
Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê herwesa ragihand ku Amerîka ber bi hilweşîn û têkçûneke misoger ve diçe. Ew li wê bawerê ye ku tenê bi nemana desttêwerdanên Amerîkayê aştî û ewlehiya herdemî ji bo devera Rojhilata Navîn vedigerin.
Ev daxuyaniyên Rezayî di demekê de ne ku Serokê Amerîkayê Donald Trump jî her îro di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan got: "Gihîştina bi lihevkirina ligel Îranê pir guncayî ye." Herwesa ragihand: "Me di 24 saetên borî de danûstandinên pir baş kirine û îhtîmaleke mezin heye ku em bigihîjin lihevkirinê."
Trump herwesa li ser platforma "Truth Social"ê jî nivîsiye: "Eger Îran li ser tiştê ku lihevkirin li ser hatiye kirin razî be, wê demê pêvajoya Tûrebûna Dastanî dê bi dawî bibe. Lê eger razî nebin, bombebaran dê bê destpêkirin û mixabin asta êrişan dê ji ya ku berê hatiye dîtin gelek tundtir û bi hêztir bin."