CENTCOM: Me bersiva êrişên Îranê da
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku sê keştiyên wan ên şer li Tengava Hurmizê rastî êrişeke mûşekî û deryayî ya Îranê hatine û wan jî di bersivê de jêrxaneya êrişê ya Îranê wêran kiriye.
CENTCOMê şevêdî li ser platforma "X"ê belav kir ku duhî (Pêncşem, 7ê Gulana 2026ê) li dema derbazbûna keştiyên şer ên USS Truxtun, USS Rafael Peralta û USS Mason di Tengava Navneteweyî ya Hurmizê de ber bi Deryaya Omanê ve, ji aliyê hêzên Îranê ve bi çend mûşek û dronan û bi rêya belemên biçûk hatine armanckirin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê herwesa ragihand ku ew armancên leşkerî yên Îranê ku ji êrişan berpirsyar bûn, tevî wan cihên ku mûşek û dron jê hatine avêtin jî, hatine wêrankirin. Tekez jî kiriye ku ew ne li pey zêdekirina aloziyan in, lê hêzên wan di cihên xwe de mane û ji bo parastina hêzên Amerîkayî amade ne.
Kanala “CBS News”ê jî ji zarê berpirsên Amerîkayî belav kiriye ku belemên biçûk ên hêza deryayî ya Îranê pir nêzîkî keştiyên şer ên Amerîkayê bûne û bizav kiriye ku wan dorpêç bikin, lewma jî keştiyan gule li belemên Îranî reşandine.
Tengava Hurmizê careke din bûye qada rûbirûbûna rasterast a di navbera keştiyên giran ên Amerîkayê û "şerê deryayî" yê Îranê, ku bi belemên bilez tê meşandin. Tevî ku CENTCOM dibêje ku ew naxwazin alozî zêde bibin, lê wêrankirina navendên mûşekan ên Îranê li kinarên Kendavê nîşan dide ku agirbesta demkî ya ku Trump behsa wê dikir bi xetereke cidî re rûbirû ye.