Wezareta Petrolê ya Iraqê tohmetên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê red dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Petrolê ya Iraqê hemî wan tohmetên ku arasteyî Cîgirê Wezîrê wê ji bo Karûbarên Parvekirinê hatine kirin red dike û radigehîne ku, pêvajoya hinardekirin û berbazarkirina petrolê ne di bin desthilata wî de ye.

Wezareta Petrolê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi temamî wan tohmetên ku li dijî Cîgirê Wezîrê Petrolê ji bo Karûbarên Parvekirinê hatine bilindkirin red dikin. Di wê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wezaret pabendî rêkarên qanûnî ye û rêzê li biryarên desthilata dadwerî ya Iraqê digire.

Di wê daxuyaniyê de tekez li ser bingeha şefafiyet û berpirsyariyê hat kirin û hat gotin: "Divê serederîkirina ligel her arêşe û tohmetekê li ser bingeha belge û rastiyan be, ne ku li ser bingeha şirove û meremên din."

Wezareta Petrolê ya Iraqê amadebûna xwe ya temam ji bo hemî hevkariyan ligel dadgehê û Desteya Destpakiyê ji bo kirina lêkolîneke dadperwerane nîşan da, wek rêzgirtinekê ji bo dezgehên çavdêrî û qanûnî yên dewletê.

Wezareta navbirî herwesa ronkirineke teknîkî da û ragihand: "Pêvajoyên hinardekirina petrola xav, berbazarkirin, barkirina tankeran û rêkarên peywendîdar ne di çarçoveya erkên Cîgirê Wezîrê Petrolê ji bo Karûbarên Parvekirinê de ne; belkî alî û kompaniyên taybetmend li gorî mekanîzmeke diyarkirî serperiştiya wê dozê dikin."

Di dawiya wê daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku pêştir jî Kompaniya Berbazarkirina Petrolê ya Iraqê (SOMO) ronkirinên pêdivî li ser mekanîzmên hinardekin û berbazarkirinê dane û ew gotgotkên ku di wî warî de hatibûn belavkirin red kirine.