Muqtada Sedir: Em amade ne bi şert 'Seraya Selam' hilweşînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Tevgera Sedir Muqtada Sedir di daxuyaniyekê de 6 şert ji bo Serokwezîrê raspartî yê Iraqê diyar kirin, daku razîbûna gel û tevgera xwe bi dest bixe. Sedir amadebûna xwe ji bo hilweşandina baskên xwe yên leşkerî û radestkirina wan ji bo dewletê nîşan da, hevdem tekez jî kir ku ew bi tu awayan tevlî kabîneya bê nabin.
Rêberê Tevgera Sedir Muqtada Sedir îro (În, 08ê Gulana 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand; Eker Serokwezîrê raspartî dixwaze razîbûna Xudê, gel û "Al Sedir" bi dest bixe, divê van xalan bi cih bîne:
Yek: Guhertina komên çekdar ji bo pêkhateyên mirovî yan jî komeke olî (Cund el-Şeair el-Dîniye) di bin çavdêriya Desteya Hec û Umreyê de, an jî guhertina wan ji bo rêxistinên hawarhatinê. Sedir amaje bi wê yekê jî kir ku eger alî vê yekê bikin, ew amade ye "Lîwaya Yewmul Mewûd"ê hilweşîne û "Seraya Selam" jî bide destê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar.
Du: Dûrketina ji "Xelete el-Etar"ê (piştbestina bi piştbendiya siyasî û mezhebî) di pêkanîna kabîneya wezarî de û dûrxistina hemî wan aliyên ku baskên wan ên çekdar hene.
Sê: Karkirina ji bo serxwebûna rastîn a Iraqê û rêgirtin li her destwerdaneke derve, bi dirûşma "Ne Rojhilatî û ne Rojavayî".
Çar: Destpêkirina kampanyayeke bilez ji bo binbirkirina gendeliyê di dema tenê 90 rojan de, bi şertekî ku ji dosyaya "Diziya Sedsalê" û cezakirina tawanbarên wê bê destpêkirin.
Pênc: Bihêzkirina peywendiyên derve yên Iraqê di astên Erebî, Îslamî û navdewletî de, bi awayekî ku rûmeta Iraqê bê parastin û rê li desttêwerdanan bê girtin.
Şeş: Muqtada Sedir tekez kir ku ew qebûl nakin tu endamekî "Tevgera Nîştimanî ya Şîeyan" di kabîneya bê de hebe û ragihand: "Tu wezîrek nûnertiya me nake."