Hikûmeta Sûriyeyê hejmareke din ji girtiyên HSDê azad dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî ragihand ku mafên kurdan û hemî pêkhateyên deverê bi temamî parastî ne. Herwiha da zanîn ku hikûmeta Sûriyeyê îro Înê hejmareke din ji wan girtiyên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku di girtîgehên hikûmetê de ne azad dike.

Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî îro (În, 08ê Gulana 2026ê) ragihand: "Mafê Kurdan û hemî pêkhateyên deverê di bin tu şert û mercên siyasî yan ewlehî de naşewitin." Hîlalî herwiha got ku pêvajoya yekkirina dezgehên deverên bakurê rojhilat berdewam e, tevî ku ji ber zêdehî û alozbûna dosyeyan ew pêvajo hinekî bi sistî dimeşe.

Cîgirê Parêzgarê Hesekê amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmet bi rengekî berdewam li ser vegera koçberan di rêya korîdorên mirovî de kar dike û ev pêvajo jî bê rawestandin dê berdewam be.

Li ser wan alozî û girjiyên ku di rojên borî de li Hesekê qewimîn—dema ku hejmareke xwepêşanderan tabloya nasnameyê ya avahiyê "Koçka Dadê" jê vekiribûn—Hîlalî ew kar şermezar kir û red kir. Tekez jî kir ku di navbera aliyên cuda cuda de lihevhatinek ji bo redkirina karên bi wî rengî heye.

Hîlalî li dawiyê jî diyar kir ku lêkolînên li ser wê bûyerê berdewam in û hîn zû ye ku tohmet arasteyî aliyekî diyarîkirî bê kirin.

Ev bizav jî piştî wê yekê tên ku Rêveberiya Ragihandina Hesekê di 11ê Adara 2026ê de li ser kanala xwe ya Telegramê ragihandibû; di çarçoveya pêvajoya pevguhertina girtiyan a di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de, 100 girtî ji girtîgehên girêdayî hikûmetê hatine azadkirin, hevdem ligel azadkirina 100 girtiyan ji girtîgehên HSDê li parêzgeha Hesekê.

Herwiha hat diyarkirin ku ew girtiyên ji aliyê HSDê ve hatibûn azadkirin, dema gihîştin qada "Panoramayê" li bajarê Hesekê, ji aliyê tîma serokatiyê û hêzên ewlehiya navxwe ve hatin pêşwazîkirin. Ev yek di çarçoveya rêkarên ji bo misogerkirina vegera wan a bi silametî û temamkirina pêvajoyê bi awayekî rêkxistî hat kirin.

Rêveberiya Ragihandinê ya Serokatiya Komara Sûriyeyê di 21ê Sibata borî de Emîd Ziyad Ayîş wekî nûnerê serokatiyê ji bo bicihanîna lihevkirina 29ê Çileyê ya ligel HSDê erkdar kiribû.

Hikûmeta Sûriyeyê di 29ê Çileya 2026ê de ragihandibû ku wan ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser agirbestê lihev kiriye, ligel hevfêmkirina li ser yekkirina qonax bi qonax a hêzên leşkerî û îdarî di navbera herdu aliyan de, ketina hêzên ewlehiyê ji bo navenda bajarên Hesekê û Qamişloyê, û radestkirina hemî dezgehên medenî û hikûmî, dergeh û benderan ji bo dewletê hatibû kirin.