Trump piştgiriya xwe ji bo Serokwezîrê raspardayî yê Iraqê Elî Zeydî nîşan da
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ew bi pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û raspardine Elî Zeydî dilxweş e.
Donald Trump îro 9ê Gulanê ji rojnamevanan re got: "Tiştê ku di dema borî de li Iraqê qewimiye pir baş e û ez bi Serokwezîrê raspardayî (Elî Zeydî) kêfxweş im."
Pêngavên piştgiriya Amerîkayê ji bo Zeydî berî daxuyaniya Trump dest pê kiribûn. Roja 6ê Gulanê, Wezîrê Ceng ê Amerîkayê Pete Hegseth bi telefonê peywendî bi Zeydî re kir û pîrozbahî lê kir. Her wiha Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê jî di daxuyaniyeke fermî de piştrast kiribû ku ew piştgiriyê didin raspardina Zeydî.
Li gorî zanyariyan, raspardina Eli Zeydî piştî wê yekê hat, Donald Trump bi fermî dijberiya xwe ji bo namzediya Nûrî Malikî nîşan dabû û daxwaza guhertina wî kiribû. Ji ber vê fişarê, aliyên siyasî yên Iraqê Zeydî wekî alternatîf pêşniyar kirin.
Elî Zeydî roja 27ê Nîsana 2026an de, ji aliyê Serokkomarê Iraqê Nizar Amîdî ve bi fermî ji bo pêkanîna hikûmetê hatibû erkdarkirin. Ev biryar piştî rêkeftina aliyên "Çarçoveya Hevahengiyê" li ser namzediya wî hatibû dayîn.