Şandeyê Serokatiya Sûriyê: Serok Ehmed Şera ji min re divê Kurd bigihin mafên xwe

Qamişlo (K24) – Di demeke ku çavên cîhanê û herêmê li ser guhertinên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê ne, Kurdistan24 hevpeyvîneke taybet û berfireh bi Şandeyê Serokatiya Sûriyê li herêma Cezîrê û Rojhilatê Firatê Dr. Mistefa Ebdî re pêk anî. Dr. Ebdî di vê hevpeyvînê de perde ji ser gelek mijarên nezelal rakir; ji entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nav Artêşa Sûriyê, heta vekirina dergehên sînorî, azadkirina girtiyan û cara yekem fermîkirina zimanê Kurdî di pergala perwerdehiya Sûriyeyê de.

Qonaxeke Nû: Rêkeftina 29ê Çileyê 

Dr. Mistefa Ebdî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rêkeftina ku di 29ê Çileya 2026an de hatiye îmzekirin. Ev rêkeftin wekî "nexşerêya aştiyê" di navbera Rêveberiya Xweser/HSD û hikûmeta navendî ya Şamê de binav kir. Dr. Ebdî diyar kir ku tevî ku pêvajo bi hinek astengan re rûbirû maye, lê vîna her du aliyan ji bo serkeftinê xurt e.

Yek ji xalên herî balkêş di vê pêvajoyê de, rola Herêma Kurdistanê ye. Dr. Ebdî bi rêzdarî behsa Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike. Ew dibêje: "Herêma Kurdistanê roleke pir erênî û dîrokî lîst. Ji bo ku şer bisekine û xelkê me nefese k kûr bistîne, wan hemû derfetên xwe bi kar anîn. Ev tîfaka di navbera Şam û HSDê de, encama wan hewldanên pîroz e."

Dosyaya Dîlgirtiyan û Sipîkirina Zindanan

Mijara dîlgirtî û esîran, ku bi hezaran malbat li bendê ne, bi hestiyarî hat nîqaşkirin. Dr. Ebdî diyar kir ku ew êş û şewata dilê dayikan fêm dikin û ev mijar ji bo wan ne mijareke siyasî, lê "mirovî" ye. destnîşan kir jî, ev pirs girêdayî dadgehan ve ye.

Mizgîniya herî mezin a Dr. Ebdî ev bû: "Ez dikarim bêjim ku di demeke nêzîk de dê ti kes di girtîgehan de nemîne. Me wekî Serokatiya Sûriyeyê biryar daye ku piştî dadgehên Qamişlo û Hesekê bi temamî radestî dewletê bibin, em ê hapsan 'sipî' bikin. Hemû girtiyên şerê Reqa, Dêra Zorê û herêmên din dê vegerin nav malbatên xwe. Ev biryareke qetî ye."

Tevlîbûna Leşkerî: Çar Lîwayên Nû û Artêşeke Yekbûyî

Pirsiyara herî mezin a raya giştî ev e: Çarenivîsa çekdarên HSD û Asayîşê dê çi bibe? Dr. Ebdî bi hûrî bersiva vê pirsê dide. Li gorî daxuyaniyên wî, guhertineke radîkal di sîstema ewlehiyê de çêdibe.

Hêzên Ewlehiya Navxweyî (Asayîş):

Dr. Ebdî eşkere kir ku bi hezaran endamên Asayîşê dê êdî ne di bin navekî herêmî de, lê di bin navê "Hêzên Ewlehiya Navxweyî" ya dewleta Sûriyeyê de cih bigirin. Ew dibêje: "Me berî saetekê bi berpirsên Asayîşê re civînek hebû. hevahengiyeke tam heye. Êdî tenê navê dewletê û qanûna dewletê dê li ser her kesî derbasdar be. Ev pêvajo dem dixwaze, ji ber ku em bi hezaran kes entegre dikin, lê em di rêyeke rast de ne."

Hêzên Leşkerî û "Firqeya 60":

Di warê leşkerî de jî plan zelal e. Li parêzgeha Hesekê sê lîwa û li Kobanê lîwayek (ku nêzîkî 1300 leşker tê de ne) tên avakirin. Ev çar lîwa dê bi temamî tevlî nav Artêşa Sûriyê bibin. Dr. Ebdî tekez dike ku cudahî di navbera bajarên Sûriyeyê de namîne: "Çi Kobanê be, çi Hesekê, çi Hema yan Hums; artêş yek e û qiyada wê yek e. Qanûn dê li ser her kesî wek hev bibe."

Vegera Koçberan: Efrîn û Serê Kaniyê

Dr. Ebdî li ser vegera xelkê Efrîn û Serê Kaniyê jî axivî, ku bi salan e di bin konan de yan di dibistanan de dijîn. Ew qebûl dike ku "krîzeke baweriyê" heye, lê dibêje ku rewşa li ser erdê guheriye.

Herwiha got: "Ez bixwe sê-çar caran çûm herêma Efrînê. Ez bi Kurd û Ereban re rûniştim. Rê vekirî ye" Dr. Ebdî behsa wê yekê kir ku pirsgirêka sereke niha, pirsgirêka valakirina malan e. Ew diyar dike ku nêzîkî 1150 malbatên ji Dêra Zorê yên ku di malên xelkê de diman, dê vegerin herêmên xwe, da ku xwediyên malan ên Efrînî bikaribin vegerin ser milkên xwe. Li gorî wî, zêdeyî 2000 malbatî ji xwe vegeriyane û ev hejmar dê her ku biçe zêdetir bibe.

Ji bo Serê Kaniyê jî, Dr. Ebdî amaje bi wê kir, hinek komên leşkerî naxwazin derkevin yan jî dixwazin bi çekên xwe derbasî nav bajaran bibin, lê dewlet vê yekê qebûl nake. Herwiha wî bang li sivîlan kir jî ku bê tirs vegerin bajarên xwe.

Dergehên Sînorî û Aborî: Sêmalka û Nisêbîn

Yek ji mijarên ku herî zêde bandorê li jiyana rojane dike, dergehên sînorî ne.

Dergehê Sêmalka: Dr. Ebdî got ku Sêmalka wekî "deriyekî mirovî û demkî" tê dîtin. Hikûmeta Şamê ji bo nexweşan û kesên ji Ewropayê tên hêşankariyên mezin kiriye. Derbarê mohra li pasaportan de jî got ku ev pirsa "serweriya dewletê" ye û wezareta derve li ser nîqaşan dike, da ku rêyeke hêsan ji bo welatiyên li dervayî welat, bibîne.

Dergehê Nisêbînê: Mizgîniyeke din a giring, vekirina dergehê Nisêbînê yê bi Tirkiyeyê re ye. Dr. Ebdî ragihand, aliyê Tirkî amade ye û tîmeke teknîkî ya Sûriyeyê dê di van rojan de serdana dergeh bike, da ku kêmasiyan temam bikin. Vekirina vê derî dê bibe "damara aboriyê" ji bo tevahiya herêmê.

“Zimanê Kurdî mafekî xwezayî ye”

Yek ji xalên giring, xala derbarê zimanê Kurdî de bû. Dr. Mistefa Ebdî behsa hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê, Mihemed Turko re kir.

"Xwedê Teala zimanek daye Kurdan, ew jî Kurdî ye. Haqê her mirovî ye bi zimanê dayikê bixwîne, binivîse û pirtûkan biafirîne," Dr. Ebdî bi vî rengî nêzîkatiya nû ya dewletê şirove dike. Ew aşkere dike ku di nav Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind de, dê beşê Kurmancî hebe. Ya herî giring, ew tîne ziman ku Serok Ehmed Şera bi xwe gotiye ku ev ne "xêr" an "bazareke siyasî" ye, lê mafekî xwezayî ye: "Em di wê baweriyê de ne ku divê haqê Kurdan were dayîn."

Xizmetguzarî: Ava Paqij, Kareba û Tenduristî

Dr. Ebdî diyar kir ku ew dizanin xelk 14-15 sal in westiyaye. Ji bo baştirkirina jiyana milet:

- 150 mîlyon lîreyê Sûriyê tenê ji bo dermanên parêzgeha Hesekê hatiye veqetandin.

- Hezar mîlyar lîre ji bo xizmetên binesaziyê li Hesekê, Dêra Zorê û Reqayê hatiye terxankirin.

- Firokexaneya Qamişlo bi şev û roj tê amadekirin ku bibe navendeke modern û elektronîk ji bo geştên hewayî.

Peyama Dawî: Sûriye Ber bi Xêrê ve Diçe

Dr. Mistefa Ebdî, ku bixwe ji gundê Çaxir Bazar ê Amûdê ye û bijîjk e, di dawiya hevpeyvînê de bi hestiyarî behsa vegera xwe ya ji bo gundê xwe dike. Ew dibêje ku wan ji bo azadiyê û li dijî zulmê têkoşîn daye û niha dema wê ye ku hemû bi hev re Sûriyeyê ava bikin.

Peyama Dr. Mistefa Ebdî ya dawî ji bo gelê Sûriyeyê û kurdên li her derê ev bû: "Sûriye ber bi xêrê ve diçe. Em ê van dosyayên biçûk bigirin û welatê xwe ava bikin. Çi Kurdistana Iraqê, çi Tirkiye û çi welatên Erebî, her kes piştgiriyê dide aramiya Sûriyeyê. Em miletê yek welatî ne û çênabe em parçe bibin. Bi îzna Xwedê, rojên xweş li pêşiya me ne."