Îsraîl hişyariyê li ser lihevkirineke demkî di navbera Trump û Îranê de dide
Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya "Israel Hayom"ê belav kir ku di nav navendên siyasî yên Îsraîlê de fikarên mezin li ser îhtîmala gihîştina Serokê Amerîkayê Donald Trump bi lihevkirineke rêjeyî yan binîvî ligel Îranê çê bûne. Li gorî wê raportê, ev lihevkirin rê dide Tehranê ku şiyanên xwe di warê atomî, mûşekên balîstîk û piştgirîkirina komên xwe yên wekîl biparêze, herwiha dibe sedema gihîştina hejmareke zêde ya pereyî ji bo destê Îranê.
Berpirsên pilebilind ên Îsraîlî vê senaryoyê wekî "xirabtirîn" îhtîmal dibînin ji ber ku ew di wê baweriyê de ne ku çareseriyeke giştgir ji bo dosyeya atomî ya Îranê dabîn nake. Li gorî nirxandinan, her lihevkirineke binîvî garantiya jinavbirina uranyuma hatiye dewlemendkirin nake û rêyê jî li Îranê nagire ku di paşerojê de vegere ser pêvajoya dewlemendkirinê; herwiha sîstema çavdêriya dezgehên atomî jî dê bi awayekî sînordar bimîne.
Ji aliyê din ve jî, Donald Trump li duhî (Şemî, 9ê Gulana 2026ê0 ragihand ku ew pêşbînî dike di demeke nêzîk de bersiva Îranê bigihîje destê wî. Amaje bi wê yekê jî kir ku Tehran "dixwaze bigihîje lihevkirinê ".
Ajansa Reutersê jî eşkere kiriye ku Amerîkayê pêşniyareke edilandî pêşkêş kiriye, ku armanc jê gihîştina bi lihevkirineke demkî û sînordar e di rêya reşnivîseke çarçoveyî de ji bo rawestandina şer. Ev plana nû, li şûna lihevkirineke aştiyê ya giştgir, pişta xwe bi yadaşteke hevfêmkirinê ya kurt-dem girê dide.
Li gorî çavkaniyên haydar, ev pêşniyar ji sê qonaxan pêk tê:
1. Bidawîanîna şer bi awayekî fermî.
2. Çareserkirina krîza Tengava Hurmizê û rakirina cezayên Amerîkayê.
3. Vekirina derfeteke 30 rojî ji bo danûstandinên li ser lihevkirineke berfirehtir, ku dosyeya atomî jî vegire.