Jêderek: Wezareta Navxwe ji bo Malîkî yekalî bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî nêzîkî Çarçoveya Hevahengiyê (Şîe) ji Kurdistan24ê re ragihand, aliyên siyasî li ser dabeşkirina wezaretên kabîneya nû ya Iraqê %95 li hev kirine û tenê hinek hûrgiliyên biçûk mane.

Li gorî zanyariyan, Wezareta Navxweyî ji bo Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malîkî hatiye yekalîkirin û kesek ji nav wê hevpeymaniyê dê bibe Wezîrê Navxwe. Herwiha tê pêşbînîkirin ku Wezareta Petrolê bibe para hevpeymaniya Mihemed Şiya Sûdanî.

Ji bo Wezareta Berevaniyê jî, heman jêderî diyar kir ku ev wezaret heta astekê ji bo hevpeymaniya Ezim (Sune) hatiye veqetandin.

Derbarê Wezareta Darayî de, hat aşkere kirin ku Çarçoveya Hevahengiyê Serokwezîrê raspêrdar Elî Zeydî serpişk kiriye ku ew bi xwe kesekî pispor ji bo vê postê destnîşan bike.

Aliyên siyasî ji bo her wezaretekê sê nav pêşkêşî Elî Zeydî kirine, da ku ew yekî ji wan hilbijêre, lê belê aliyan niyaza xwe ya di nav wan sê navan de, gihandine Zeydî.

Serokkomarê Iraqê di 27ê Nîsanê de bi merasîmekê Elî Zeydî ji bo avakirina hikûmetê raspardibû. Li gorî destûra Iraqê, 30 roj dem ji bo Serokwezîrê raspêrdar heye ku kabîneya xwe temam bike. Niha du heftî di ser dema wî re derbas bûne.

Tevî ku Elî Zeydî di 7ê Gulanê de bernameya hikûmeta xwe radestî Serokê Parlamentoyê Heybet Helbûsî kiribû û biryar bû vê heftiyê navên wezîran jî pêşkêş bike, lê ji ber berdewamiya nîqaşên li ser dabeşkirina postan, prose hinekî paş ketiye.