Tirkiye bo çekdanîna PKKê projeqanûneke nû amade dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Enqere qonaxeke nû ya "Yekbûna Civakî" dest pê dike; hikûmeta Tirkiyeyê bi projeqanûneke berfireh û bi tevlîbûna MÎTê û wezaretên sereke amadekariyan dike daku mekanîzmeke qanûnî ji bo çekdanîna PKKê û vegera endamên wê ji bo nav civakê ava bike.
Medyayên navxweyî yên Tirkiyeyê ragihandiye ku hikûmeta Tirkiyeyê projeqanûneke nû bi navê “Pêşniyara qanûna hevgirtina civakî û hevdengiya neteweyî” amade dike, ku armanc jê çavdêrîkirina pêvajoya çekdanîna PKKê û rêkxistina jiyana wan kesan e yên ku dest ji çekan berdidin.
Ji bo bicihanîna vê armancê jî, biryar e ku "Encûmena Çavdêrî û Hevahengiya Hevgirtina Civakî" bê avakirina, ku nûnerên Dezgeha Hewlêrgiriyê (MÎT) û Wezaretên Navxwe, Berevanî, Dad, Tenduristî û çend wezaretên din dê tê de hebin.
Erkê sereke ya vê encûmenê ew e ku bi awayekî meydanî û qanûnî çavdêriya pêngavên çekdanînê bike û rêkarên pêdivî ji bo vegera çekdaran ji bo nav jiyana asayî bi cih bîne.
Ev encûmen herwesa dê ji çêkirina hevahengiyê di navbera dezgehên hikûmî de berpirs be û dê berdewam raportên xwe li ser pêşkeftina wê pêvajoyê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê bike; daku piştrastî bê dayîn ku hemî pêngav li gorî pîverên diyarkirî û di bin çavdêriyeke hûr de tên avêtin.
Ev pêngava nû ya Tirkiyeyê di sala 2026ê de wekî berdewamiya bizavên siyasî û leşkerî tê dîtin, daku pirsgirêka çekdarî ya çend dehsalan bê bidawîanîn. Cudahiya vê projeqanûnê ji bizavên berê (wekî "Pêvajoya Çareseriyê" ya 2013-2015) ew e ku niha zêdetir giranî li ser aliyê "qanûnî" û "îdarî" yê pêvajoyê tê danîn û dezgeha sîxuriyê (MÎT) rasterast di nav komîteyên çavdêriyê de cih digre.