Sezai Temelli: Neheqiyeke mezin li hemberî Demîrtaş tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Fraksiyona DEM Partiyê ragihand ku her kes li benda pêşkeftin û pêngavên nû yên di warê qanûnî de ye û divê pêşniyarên qanûnan bên nîqaşkirin.
Cîgirê Serokê Fraksiyona DEM Partiyê Sezai Temelli di daxuyaniyekê de ragihand: "Pêdivî ye her pêşniyareke qanûnî ya ku hatiye amadekirin derbazî nav ecêndaya parlamentoyê bibe û danûstandin li ser bên kirin daku bibe projeqanûn."
Cîgirê Serokê Fraksiyona DEM Partiyê herwiha got: "Biryar e ku gelek qanûnên nû bên pêş; lê em dibînin ku guhertina di hin qanûnan de heta Cotmehê hatiye paşxistin."
Sezai Temelli herwesa bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û got: "Neheqiyeke mezin li hemberî girtiyên siyasî heye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sê caran biryara azadkirina Selahattin Demirtaş daye; herwiha biryarên Dadgeha Destûrî û Peymannameyên Mafên Mirovan ên Ewropayê hene, lê tevî van hemiyan jî hîn Demirtaş û Yuksekdag di zindanê de mane."
Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş nêzîkî 10 sal in ku di zindanê de ye. Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê jî gelek caran biryara azadkirina wî daye, lê hikûmeta Tirkiyeyê heta niha amade nîne wan biryaran bi cih bîne.