PWK: Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê li hêviya yekrêziya navmala Kurd in
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi boneya 52emîn salvegera şehadeta Leyla Qasim û hevalên wê peyameke bibîranînê belav kir. PWKê di peyama xwe de tekez kir ku lêxwedîderketina li keda şehîdan, bi yekrêziya nav mala Kurd dest pê dike.
Îro, 12ê Gulana 2026an, 52 sal di ser darvekirina Leyla Qasim û çar hevalên wê re derbas dibin. Buroya Ragehandinê ya PWKê di daxuyaniya xwe de bi rêzdarî behsa têkoşîna van lehengên Kurd kir ku di sala 1974an de ji aliyê rejîma Baasê ya Iraqê ve li Bexdayê hatin şehîdkirin.
Di daxuyaniyên de hat gotin: “Leyla Qasim û hevalên wê Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad Mestî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran, endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûn. Leyla Qasim a ku di bin zilma rejîma Baasê de bi hizra azadîxwaziyê mezin bibû, di Adara 1974an de hat girtin. Tevî hemû îşkenceyên hovane yên celadên Baasê, Leyla Qasim ji helwesta xwe ya neteweyî paşve gav neavêt.”
Peyama Buroya Ragehandinê ya PWKê wiha ye:
Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê li hêvîya yekrêzîya nav mala kurd in
Leyla Qasim û havlên wê Cevad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd , Azad Suleyman Mîran endamên Partîya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK-I) bûn.
Zilm û zora rêjîma Beas ya Iraqê li ser miletê Kurd, bîr û hizra azadîxwazîyê û têkoşînê ji bo bidestxistina mafên netewî yê miletê Kurd di dilê Leyla Qasim de peyde kir.
Di Adara 1974an de û piştî destpêkirina êrîşên hikûmeta Iraqê li ser Kurdistanê, Leyla Qasim û 4 hevalên xwe li Bexdayê hatin girtin.
Leyla Qasim nimûneya keça Kurd a çeleng û çavnetirs bû, îşkence û azara hovane ya celadên Beasê nekarîn Leylayê ji helwesta wê ya netewî vegerînin.
Leyla Qasim bi cilê kurdî û xwendina sirûda netewî Ey Reqîb çû ber sêdarê. Leyla di kêliya dawî ya jiyana xwe de ji celadên Beas re wiha got:
“Piştî bidarvekirina min, bi hezaran kurd hişyar dibin. Gelek xweşhal û serbilind im ku giyana xwe fedayî rêya rizgariya Kurdistanê dikim.”
Herwiha Leyla Qasim li ber sêdarê got: “Bi vî cilê kurdî, ez dibim bûka Kurdistanê”.
Leyla Qasim û 4 hevalên wê Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hatin darvekirin.
Em Leyla Qasim û hevalên wê Cevad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd, Azad Suleyman Mîran û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em di wê bawerîyê de ne ku rêzlegirtin û lêxwedîderketina doz û ked û têkoşîna Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê, berîya her tiştî ji yekrêzîya nav mala kurd destpê dibe. Ev wazîfeya neteweyî, niştimanî berîya herkesî, li ser milên hemû alîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê ye.