Sefwan Gergerî: Heta hikûmet neyê avakirin, nabe parlamenter biçin hecê

Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Iraqê eşkere kir ku heta dengdan ji bo kabîneya nû ya hikûmetê neyê kirin, rê bi parlamenteran nayê dan ku ji bo bicihanîna ferîzeya hecê biçin Erebistana Siûdî.

Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Iraqê Sefwan Gergerî îro (Sêşem, 12ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Heta ku di nav parlamentoyê de deng bi kabîneya nû ya hikûmetê neyê dan, bi tu awayî rê nayê dan ku parlamenter ji bo hecê ber bi Erebistana Siûdî ve biçin."

Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku tevî biryara qedexekirina geştê hatiye dan, lê heta niha jî dema durist a civîna bawerîpêdana bi kabîneyê nehatiye diyarkirin.

Ji aliyekî din ve jî, parlamenterê Fraksiyona Hêzên Neteweyî Hesen Mesûdî ji K24ê re diyar kir: “Bi îhtîmaleke zêde, roja Pêncşema bê Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana bi kabîneya nû dicive.”

Herwesa Muşriq Firêcî ji Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê jî zêdetir zanyar eşkere kirin û got: "Roja Pêncşemê parlamento dê bicive, lê dengdan dê tenê ji bo nîvê zêdetir a kabîneyê (50+1) be. Dengdana ji bo cîgirên serokwezîr û hinek wezaretan ji bo demeke din dimîne."

Sedema sereke ya vê qedexekirinê ew e ku îsal bi dehan parlamenteran daxwaz kiribû ku ji bo hecê biçin Erebistana Siûdî. Çûna vê hejmara zêde xetereke mezin li ser têkçûna "nîsaba qanûnî" ya civîna çarenivîssaz a parlamentoyê çê dikir. Ji aliyê qanûnî jî ve, li gorî peyrewê navxwe yê Parlamentoya Iraqê, divê 48 saetan berî her civînekê, karnameya wê bê ragihandin û parlamentor bi rengekî fermî bên haydarkirin.

Elî Zeydî, di 27ê Nîsana borî de ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê hatibû raspartin. Li gorî destûrê, 30 rojên wî hene daku kabîneya xwe bibe parlamentoyê. Bi vî awayî, roja 27ê Gulanê dema destûrî ya dawiyê ye ji bo derbaskirina hikûmetê, ev jî bûye sedem ku zext ji bo lezandina vê pêvajoyê bigihîjin asta herî bilind.