Li Tirkiyeyê ji ber baran û lehiyê 12 birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke bihêz a baran û teyrokê (zîpik) bandor li gelek parêzgehên Tirkiyeyê kir. Di encama barana bihêz û lehiyê de, li bajarê Samsunê 12 kes birîndar bûn û li gelek bajaran jiyan rawestiya.

Li parêzgeha Samsunê, bi taybetî li navçeya Havzayê, ji ber barana bihêz çemê navçeyê di ser re avêt û lehiyeke mezin rabû. Di encama vê lehiyê de 12 kes birîndar bûn û gelek wesayît di ber avê de çûn. 

Rayedarên navçeyê ji bo parastina canê xelkê û xwendevanan, li navçeya Havzayê perwerde bo rojekê dan rawestand.

Bandora pêla baranê tenê bi Samsunê sînordar neman. Li bajarên wekî Enqere, Bolu, Çankiri, Yozgat, Kastamonu, Karabûk û Çorumê jî barana bihêz û teyrokê ziyaneke mezin gihand binesaziyê. Kolan, cade û tunel di bin avê de man, ziyaneke mezin gihîşt zeviyên çandiniyê û li ser gelek rêyên sereke, ji ber lehiyê trafîk bi temamî rawestiya.

Piştî karesatê, tîmên şaredariyê, parastina sivîl û tîmên hawarçûnê li hemû parêzgehên ku zerar dîtine ketin rewşa amadebaşiyê. Tîm niha bi hemû hêza xwe mijûlî paqijkirina rêyan û valakirina ava ku ketiye nava mal û dikanan in.

Pisporên keşûhewayê hişyariyê didin ku dibe baran di rojên pêş de jî li hinek herêman berdewam bike û bang li welatiyan dikin ku li hemberî lehiyê hişyar bin.