PDKT banga yekîtiya neteweyî dike: Îradeya kurdan nayê binpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê Tirkiya (PDKT) îro 26ê Mijdara 2026an, derbarê biryarên dawî yên Hikûmeta Federal a Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. PDKTê gavên Bexdayê wekî "destwerdaneke yekalî û binpêkirina bingehên sîstema federalî" bi nav kir û tekez kir ku mafên gelê kurd ji bo hesabên siyasî nayên qurbanîkirin.
Di daxuyaniya ku bi îmzeya Serokê Giştî yê PDKTê Mehmet Emin Kardaş hatiye belavkirin de hat diyarkirin ku gavên Bexdayê yên ji bo destwerdana di karûbarên deriyên sînorî, zeviyên petrolê û desthilatên Herêma Kurdistanê de ne tenê nakokiyên îdarî û aborî ne, belkî mijareke girîng a têkildarî mafên neteweyî, îrade û statuya siyasî ya Kurdistanê ye.
Di beşeke din a daxuyaniyê de PDKTê yekîtiya neteweyî wekî "pêdiviyeke dîrokî" nirxand û bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê kir ku nakokiyên navxweyî li aliyekî bihêlin û li hemberî her destwerdanê, ji bo parastina maf û destkeftiyên gelê kurd bi helwesteke hevpar rabin.”
Daxuyaniya PDKTê wiha wiha:
ÎRADEYA KURDAN NAYÊ BINPÊKIRIN!
Rêzgirtin ji mafên gelê Kurd û hemû hêzên siyasî, civakî û neteweyî yên Kurdistanê re
Em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê Tirkiya, li hemberî biryarên dawî yên Hikûmeta Federal a Iraqê yên derbarê Herêma Kurdistanê de, ku wekî destwerdaneke yekalî û binpêkirina bingehên pergala federalî têne nirxandin, helwesteke xwe ya eşkere û zelal nîşan didin.
Gavên ku îro ji aliyê Bexdayê ve ji bo destwerdanê di karûbarên deriyên sînorî, zeviyên petrolê û desthilatên Herêma Kurdistanê de tên avêtin, ne tenê nakokiyên îdarî û aborî ne; ev yek mijareke girîng a têkildarî mafên neteweyî yên gelê Kurd, îradeya wî û statûya siyasî ya Kurdistanê ye.
Herêma Kurdistanê di çarçoveya Dewleta Federal a Iraqê de xwediyê statûyeke destûrî û sîstemeke federal e. Ev statû bi destûra Iraqê hatiye misoger kirin û Hikûmeta Federal a Iraqê nikare di mijarên têkildarî desthilat û mafên Herêma Kurdistanê de bi awayekî yekalî biryar bide.
Mafên gelê Kurd nayên qurbanîkirin ji bo hesabên siyasî yên Hikûmeta Bexdayê.
Gelê Kurd bi salên dirêj li ser çiyayan, di nav singên şer de, bi tekoşîneke bêhempa li ber xwe daye û bi xwîna şehîdên xwe gihîştiye destkeftiyên îroyîn. Tu kes nikare van destkeftiyan bi ferman, gef, zext an biryarên yekalî ji holê rake.
Rêveberiya deriyên sînorî, çavkaniyên aborî û bikaranîna desthilatên destûrî divê li gorî rêkeftinên qanûnî, destûra Iraqê û bi razîbûna aliyên peywendîdar bêne birêvebirin.
Em zimanê tehdîdê û siyaseta zextê red dikin. Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tenê bi rêya diyalogê, dadperweriyê û bicihanîna tam a bendên destûrê dikarin bên çareserkirin.
Yekîtiya neteweyî pêdiviyeke dîrokî ye. Em bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê dikin ku nakokiyên navxweyî li aliyekî bihêlin û li hemberî her destwerdanê, ji bo parastina maf û destkeftiyên gelê Kurd, bi helwesteke hevpar rabin.
Çavkaniyên Kurdistanê divê ji bo refah û berjewendiyên gelê Kurd bên bikaranîn. Ne petrola me, ne deriyên sînorî û ne jî dahatên me dikarin bibin amûrên zexta siyasî.
Em bang li gelê Kurd dikin ku bi hişyarî, yekîtiyê û berxwedaneke sivîl a aştiyane li dora mafên xwe kom bibin.
Em şer naxwazin, lê teslîmbûnê jî qebûl nakin. Em pevçûnê naxwazin, lê bêdengiya li hemberî binpêkirina mafên xwe jî qebûl nakin.
Aştiya rastîn bi rêzgirtina mafên gelê Kurd dest pê dike.
Bexda divê baş bizane ku gelê Kurd xwediyê dîrok, nasname, îrade û mafên xwe ye. Tu biryar û tu zext nikare vê rastiyê biguherîne.
Îro ji her demê zêdetir, pêdiviya me bi yekîtiya siyasî, hişmendiya neteweyî û parastina destkeftiyên Kurdistanê heye.
Bijî yekîtiya gelê Kurd!
Bijî Kurdistan!
Bijî îradeya azad a gelê Kurd!
Mehmet Emin Kardaş
Sertokê Giştî yê PDKT
Partiya Demokrat a Kurdistanê Tirkiya
26.11.2026