CHP li parlamentoyê serdana DEM Partiyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwekîlên Koma CHPê bi rojeva “zextên ser opozîsyonê û pêvajoya aştiyê” serdana Koma Parlamentoyê ya DEM Partiyê kir.
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulîstan Kiliç Koçyigit û parlamentere DEM Partiyê yê Antalyayê Saruhan Oluç îro 13ê Gulanê li parlamentoyê pêşwazî li şandeya CHPê kir.
Civîna ku li ser daxwaza CHPê hatiye plankirin, îro di saet 11:30an de pêk hat.
Tê payîn ku di civînê de zextên li ser partiyên opozîsyonê, pêvajoya aştiyê û geşedanên siyasî yên heyî werin nîqaşkirin.
Ji aliyekî din ve, hîn ne diyar e ka dê her du alî piştî civînê daxuyaniyeke giştî jî bidin an na.