Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Rageşî û Aloziyan nekarî pêşiya projeyên me bigirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê, 14ê Gulana 2026an, di merasîmekê de pira bilind û cadeya dualî ya 40 metreyî ya Soranê vekir û gotarek pêşkêş kir.
Deqa gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Ez kêfxweş im ku careke din bi we re me û serdana Soranê dikim ji bo vekirina projeyeke din, ku ev pira herî bilind e li ser asta hemû Iraqê û niha li bajarê Soranê hatiye avakirin. Ev demeke plan jê re hatibû danîn û kar li ser dihat kirin, spas ji Xwedê re ku niha bi encam gihîştiye; îro bi fermî em vê projeyê vedikin û dixin xizmeta hemû hemwelatiyên Kurdistanê, bi taybetî ji bo niştecihên bajarê Soranê û derdora wê.
Di dema borî de, me dît ku rewşeke gelekî nebaş li Kurdistan û herêmê hebû, xelk gelekî nîgeran bûn ka dê çi biqewime, lê van tiştan ti carî nehişt ku em di cîbicîkirina projeyên xwe de rawestin. Jiyan di her dem û satekê de berdewam dike; tê bîra min wê demê jî dema ku şerê DAIŞê hebû, dîsa projeyên me berdewam bûn.
Di xweşî û nexweşiyê de, em di xizmetkirinê de ranawestin û hêvîdar in ku em berdewam bin, daku bikarin di hemû waran de baştirîn xizmetguzariyan pêşkêşî hemû xelkê Kurdistanê bikin.
Ez pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê, bajarê Soranê û derdora wê dikim ji ber vê projeya giring. Ev qonaxek e û dê qonaxên din jî li pey werin ji bo temamkirina vê projeyê ku ew jî du-alîkirin û girêdana rêyan e. Her wiha projeyên me yên mezintir jî di dest de ne daku em pêşkêşî xelkê vê deverê bikin.
Ez destxweşiyê li Kavin Group dikim ji bo cîbicîkirina vê projeyê ku bi şêweyekî pir ciwan û rêkûpêk ava kirine. Wek her car, careke din tekez dikim; tiştê ku min herî zêde dilxweş dike ew e ku şiyanên navxweyî wiha kirine ku em bikarin projeyên wiha ciwan û rêkûpêk li ser asta Kurdistanê û li hemû navçeyan pêk bînin. Careke din destxweşiyê li cîbicîkarên vê projeyê, rêvebir û berpirsên herêmê dikim. Her wiha destxweşiyê li xelkê Kurdistanê dikim ji bo piştgirî û baweriya wan a bi me, daku em bikarin zêdetir di xizmeta wan de bin."
Mijareke din hebû ku min dixwest ez ji we re pêşkêş bikim. Mixabin di vê dema borî de me dît ku hinek bûyerên nexwestî û naxoş rû dan; bi taybetî di van demên dawî de, otomobîlek bi sê sernişînên ciwan û zarokan ve ket nava rûbar û xeniqîn. Ev çend bûyer in ku li vê deverê rû didin û ev yek cihê nîgeraniyê ye. Bi rastî dilê me pê dêşê ku em dibînin hinek kes ezîzên xwe ji dest didin. Cihê xwe ye ku ez destxweşiyê li hêzên Bergiriya Şaristanî bikim ji bo ked û mandîbûna wan, ji bo şiyarman û şopandina wan a bo dîtina terman ku bi rastî wan gelekî gelekî keda xwe da. Ez spasiya wan dikim, destxweşiyê li wan dikim û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re jî dixwazim.
Ez daxwazê ji hemû xelkê Kurdistanê dikim ku rênimayan cîbicî bikin; hem rênimayên trafîkê (hatûçûnê), hem jî wan rênimayên ku pêşkêşî xelkê Kurdistanê tên kirin, daku xwe ji wan deverên ne guncaw ên bo seyranê yan jî çûna ser lêvên rûbarên xeternak dûr bixin. Ev hemû ji bo silametî û tenduristiya we bi xwe ye. Ez daxwaz dikim pabendî rênimayên hikûmetê bin û piştrast bin ku hikûmet dê hemû hêsankariyan bike, daku hûn di nav xweşî û bexteweriyê de bin.
Îro pêngava yekem a pêkanîna hikûmeta federal li Bexdayê jî dest pê dike. Em daxwaza serkeftinê ji bo birêz Elî Zeydî dikin û hêvîdar in ku ew di pêkanîna hikûmeta xwe de serkeftî be. Em ê jî piştevan bin daku hikûmeteke federal were avakirin û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê jî werin cîbicîkirin. Beşdariya me ya di hikûmet û parlamenê de ji bo wê yekê ye ku em berevaniyê li hemû mafên xelkê Kurdistanê û mafên Iraqê bikin û destûr wekî xwe were cîbicîkirin.
Beşdariya me dê beşdariyeke çalak be û em ê hewl bidin ku peywendiyên me di asta herî baş û bilind de bin. Ez hêvî dikim ku ev yek bibe rêxweşker daku em bikarin li Herêma Kurdistanê jî parlamenê aktîf bikin; piştî wê jî bila pêngavên din ji bo pêkanîna hikûmetê dest pê bikin û em careke din bikevin xizmeta xelkê Kurdistanê. Ez zêdetir wextê we nagirim, destxweşiyê li we hemûyan dikim û spasiya amadebûna we dikim. Her serkeftî bin û Kurdistana me her ava be."