Duyemîn rûniştina dadgehkirina Celadê Nugraselman dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûniştina duyem a darizandina serpereştyarê girtîgeha Nugreselmanê Ecac Tikrîtî li Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê bi amadebûna dozger û tîma parêzeran birêve biçe.

Parêzerê Enfalkiriyan di doza Ecac de Eyad Kakeyî îro 14ê Gulanê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Sibe (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) saet 10:00 ê sibehê, rûniştina duyê ya darizandina serpereştyarê girtîgeha Nugreselmanê Ecac Tikrîtî li Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê birêve diçe."

Eyad Kakeyî herwiha got: "Biryar e ku di rûniştina sibe de guhdariya îfadeyên Ecac Tikrîtî bê kirin û ne dûr e ku dadgeh di heman rûniştinê de biryara dawiyê li ser çarenivîsa wî tawanbarî bide."

Roja Pêncşemê, 7ê Gulana 2026ê, bi biryara Dadgeha Resafeyê rûniştina Ecac ji bo 14ê Gulanê hatibû paşxistin, ev yek jî piştî ku îfadeyên 25 şahidên zindî hatin wergirtin.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê; di dema rûniştina yekê de, Ecac Tikrîtî hejmareke wan tawanên ku li Nugreselmanê hatine kirin înkar kiribûn.

Ji ber wê yekê jî dadgehê ew doz paşxist, daku zêdetir lêkolînan li ser wê dozê bikin. Lê tiştê ecêb ew bû ku piraniya kesên di nav wê holê de amade bûbûn behsa wan tawanên hovane dikir ên ku Ecac Tikrîtî bi xwe kiribûn.

Celadê Nugraselman kî ye û tawanên wî çi ne?

Ecac Ahmed Herdan Tekrîtî, fermandarekî leşkerî yê rejîma Beisê li zindana navdar a "Nugra Selman" li parêzgeha Semawayê bû. Ew bi hovîtiya xwe dihat naskirin. Di nav tawanên wî de ev hene:

- Eşkencekirina girtiyan bi hiştina wan di bin tîrêjên tîna rojê ya çolê de.

- Kuştin û binaxkirina mirovan bi zindî.

- Destdirêjiya li ser jinên girtî yên Kurd.

Piştî 37 salan hat girtin

Ecac Ahmed piştî rûxandina rejîma Beisê di sala 2003an de, ber bi Sûriyeyê ve reviyabû û li nêzî Şamê bicih bûbû. Du kurên wî ku endamên El-Qaîdeyê bûn, di şer de hatibûn kuştin.

Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê, piştî operasyoneke sîxurî ya hûr ku 6 meh ajot, di tîrmeha 2025an de karî wî tawanbarî li parêzgeha Selahedînê bigire.