Li Diyarbekirê Workshopa Koçberiyê: Ezmûna Herêma Kurdistanê hat nirxandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê bi amadekariya Zankoya Amerîka ya Kurdistanê workshopek derbarê ezmûna pêşwazîkirina koçberan a Herêma Kurdistanê de hat li darxistin. Di workshopê de parêzgarên Hewlêr û Dihokê dan zanîn ku di warê pêşwazîkirin  û hewamdina koçberan de ezmûna Herêma Kurdistanê ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropa ve jî hatiye pîrozkirin. 

Di çarçoveya Korbenda Aştî û Azadiya Civakî de li li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Diyarbekirê workshopek derbarê ezmuna pêşwazîkirin û hewandina koçberan de hat li darxistin. Workshop bi amadekariya Zankoya Amerîka ya Kurdistanê hat li darxistin û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Parêzgarê Dihokê Elî Teter tê de beşdar bûn û ezmûnên xwe yên pêşwazîkirin û hewandina koçberan parve kirin û amaje kirin Herêma Kurdisanê di warê pêşwazîkirina koçberan de ewqasî serkeftî bûye ku welatên wek Fransayê jî xwestinê sûdê ji vê ezmûna Herêma Kurdistanê werbigire. Akademîsyênên workshop rêvebirîn jî bal kêşandin ku Herêma Kurdistanê tevî gelek astengiyan kariye di vî warî de serkeftî be.

Akademîsyenê Zankoya Amerîka li Herêma Kurdistanê Dr. Jiyar Axapûrî ji Kurdistan24ê re got: “Di dema êrîşên DAIŞê de 1,5-2 milyon koçber hatin Herêma Kurdistanê ku serjimêriya Herêma Kurdistanê bi xwe derdora 6 milyonî bû. Herêma Kurdistanê rubiruyî qeyranekê bû û bi serkeftî karî ji bin vî barî derkeve.”

Workshopa ku balê dikêşe ser bîr û hişê kurdan yên ser koçberiyê û ji warêxwebûnê bu wesîle ku navbera kurdan de bibe pirek a danûstanê ku akademisyen balê dikêşin kurd di warê êşên koçberiyê birînên koçberan baş fam dikin.

Akademîsyena Zankoya Dihokê Dilîn Sardar Zuhtî got: “Civaka kurd bi xwe di dîrokê de rastî koçberiyê hatiye ji warê xwe bune, ji ber vê yekê civaka kurd baş tê digihîje ku koçberî tiştek çawa ye û her wiha çanda pêkvejiyanê jî xurt e û li gel ayîn û neteweyên cuda xwedî rêz îxtiramê ye.”

Herêma Kurdistanê tevî hemu astengiyan kariye ji binê barê koçberiyê derbikeve û di vî warî de bo qada navneteweyî buye mînakek serkeftî ku sedema vê yekê jî çanda xurt a pêkvejiyanê ye.