Nahît Eren: Serdana parêzgarên Hewlêr û Dihokê ji bo me hêzeke mezin bû

Diyarbekir (K24) – Serokê Amedsporê Nahît Eren, ji bo serdana parêzgarên Hewlêr û Dihokê ya bo yaneya wan, spasiya her du parêzgaran kir. Eren diyar kir ku piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo wan gelekî giring e û xeyala wan heye ku bi tîmên Başûrê Kurdistanê re çalakiyên hevbeş encam bidin.

Nahît Eren bal kişand ser pêwendiyên kûr ên di navbera Amedspor û xelkê Herêma Kurdistanê de û got: "Me di her serkeftinekê de piştgiriya xelkê û rayedarên Herêma Kurdistanê li pişt xwe hîs kiriye. Ji bo vê serdanê û piştgiriyê em gelekî spasiya wan dikin."

Eren herwiha eşkere kir ku daxwaza wan heye ku di pêşerojê de bi tîmên Herêma Kurdistanê re tûrnûvayeke dostane li dar bixin, daku pêwendiyên werzişî û çandî hîn xurtir bibin.

Serokê Amedsporê herwiha rayedarên Herêma Kurdistanê vexwendin bo temaşekirina maça yekem a Amedsporê ya di Super Lîga Tirkiyeyê de. Nahît Eren got: "Heke şert û merc guncayî bin, em dixwazin di maça xwe ya yekem a Super Lîgê de rayedarên Herêma Kurdistanê li Diyarbekirê, di nava xwe de bibînin."

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgarê Dihokê Elî Teter, di 12ê Gulanê de serdana avahiya yaneya Amedsporê kiribûn. Parêzgaran ji bo şampiyonî û hilkişîna tîmê bo Super Lîgê, pîrozbahî li Nahît Eren û rêveberiya yaneyê kiribûn.