Dadgehê biryara darvekirinê ji bo Ecac Tikrîtî da

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê, îro Pêncşemê 14ê Gulana 2026an, biryara darvekirinê ji bo Ecac Tikrîtî, serpereştyarê berê yê girtîgeha navdar a Nugrasalmanê da. 

Rûniştina duyem a darizandina tohmetbar Ecac Tikrîtî, îro saet 10:00ê sibehê bi amadebûna dozger û tîma parêzeran li Bexdayê hat lidarxistin. Dadgehê piştî nirxandina belge û îfadeyên li ser tawanên wî, biryara darvekirinê ji bo wî pejirand.

Celadê Nugraselman kî ye û tawanên wî çi ne?

Ecac Ahmed Herdan Tekrîtî, fermandarekî leşkerî yê rejîma Beisê li zindana navdar a "Nugra Selman" li parêzgeha Semawayê bû. Ew bi hovîtiya xwe dihat naskirin. Di nav tawanên wî de ev hene:

- Eşkencekirina girtiyan bi hiştina wan di bin tîrêjên tîna rojê ya çolê de.

- Kuştin û binaxkirina mirovan bi zindî.

- Destdirêjiya li ser jinên girtî yên Kurd.

Piştî 37 salan hat girtin

Ecac Ahmed piştî rûxandina rejîma Beisê di sala 2003an de, ber bi Sûriyeyê ve reviyabû û li nêzî Şamê bicih bûbû. Du kurên wî ku endamên El-Qaîdeyê bûn, di şer de hatibûn kuştin.

Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê, piştî operasyoneke sîxurî ya hûr ku 6 meh ajot, di tîrmeha 2025an de karî wî tawanbarî li parêzgeha Selahedînê bigire.