Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge bi rêbertiya Serok Barzanî Kurdistan ji terorê parast
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî 30emîn merasîma derçûna efseran a li Koleja Leşkerî ya 2yemîn a li Zaxo bû. Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de tekez kir, Pêşmerge beşek ji sîstema bergiriya Iraqê ye û bang li Bexdayê kir ku erkên xwe yên destûrî beramberî vê hêzê pêk bîne.
Merasîm îro îro 14ê Gulana 2026an, bi amadebûna Serokê Herêmê û hejmareke mezin a berpirsên leşkerî û hikûmî hat lidarxistin. Di vê xulê de 359 efserên ciwan piştî 9 mehên perwerdeya çir a akademîk û praktîk, bawernameya xwe wergirtin û bi fermî tevlî refên Wezareta Pêşmerge bûn.
Nêçîrvan Barzanî ev roj wekî "roja serbilindiyê" bi nav kir û got: "Derçûna van efserên ciwan, nîşaneya dilsozî û amadebûna nifşê nû ye ji bo parastina ax û niştiman."
Rola Pêşmerge û şerê dijî terorê
Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser dîroka qahremaniya Pêşmerge û got: "Pêşmerge bi serokatiya cenabê Serok Mesûd Barzanî, bi xwîn û canê xwe parastina axa Kurdistanê kir û rê neda ku welat bikeve destê terorîstên DAIŞê. Ev mîrateyeke tijî fedakarî ye."
Banga ji bo yekxistina Hêzên Pêşmerge
Di beşeke din a gotara xwe de, Nêçîrvan Barzanî nîgeraniya xwe derbarê hêdîbûna proseya yekxistina hêzên Pêşmerge de anî ziman û got: "Gelê Kurdistanê bi salan e li benda hêzeke niştimanî ya yekgirtî ye. Divê îradeyeke siyasî ya bihêz hebe, da ku Pêşmerge ji nakokiyên siyasî dûr bikeve û bibe hêzeke niştimanî ya modern."
Têkiliyên bi Bexdayê û Hevpeymanan re
Nêçîrvan Barzanî spasiya Hêzên Hevpeyman û Amerîkayê kir ji bo piştgiriya wan a di şerê dijî DAIŞê û proseya reforman a li Wezareta Pêşmerge de. Herwiha bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku Pêşmerge wekî beşek ji sîstema bergiriya Iraqê bibîne û hemû mafên darayî û leşkerî yên vê hêzê dabîn bike.
Peyam ji bo efserên nû
Di dawiyê de, Nêçîrvan Barzanî ji efserên nû re got: "Hûn parêzvanên hemû welatiyan in bêyî ti cudahiyê. Divê hûn bibin nimûneya dîsîplîna leşkerî û nirxên bilind ên niştimanî. Di nav refên Pêşmerge de bi dadperwerî û serkirdayetiyeke rast tevbigerin."
Koleja Leşkerî ya Zaxo, wekî yek ji navendên herî giring ên perwerdehiya leşkerî li Kurdistanê tê nasîn û salane bi sedan efseran li ser bingeha zanistên nûjen ên leşkerî amade dike.