Termê Adem Xurşîd ê sê salî hat dîtin

Adem Xurşîd
Adem Xurşîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî du hefteyan ji lêgeriyana berdewam, tîmên Berevaniya Şaristanî ya Soranê, bi rêya bikaranîna teknîkeke nû ya senseran, termê zarokê sê salî Adem Xurşîd di rûbarê Xelan-Biyawê de dît; bi vî awayî jî, termên her sê qurbaniyên wê rûdanê hatin dîtin.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Soranê Rewend Hawdiyanî îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Bekir Silêman re ragihand: “Li gorî zanyarên destpêkê, termê zarokê sê salî Adem Xurşîd di rûbarê Xelan-Biyawê de hatiye dîtin.”

Hevdem berî du rojan jî, ango li roja Sêşemê, 12ê Gulana 2026ê, Rêveberê Bervaniya Şaristanî ya Soranê Karwan Mîrawdelî ji Kurdistan24ê re ragihandibû: "Termê Mîna Îsa ya 17 salî di rûbarê Xelan-Biyawê de hat dîtin."

Herwiha li roja Sêşemê, 5ê Gulana 2026ê, jî termê qurbaniya yekê ya rûdawa Geliyê Elî Beg, bi navê Lawend Xurşîd ê heft salî ji aliyê tîmên Bervaniya Şaristanî ya Soranê ve hatibû dîtin.

Înê, 1ê Gulana 2026an, bi şev di rûdaneke trafîkê de timbêlek, ku 5 kes tê de bûn, ketibû nav rûbarê Geliyê Elî Beg. Di dema rûdanê de jin û mêrek ji wê timbêlê peşîbûn û rizgar bûbûn, lê sê zarokên 3, 7 û 17 salî ketibûn nav avê.

Herwiha di dema çend rojên borî de, tîmên Berevaniya Şaristanî ya Soranê jî çend teknîkên nû ji bo vedîtina termên qurbaniyan bi kar anîn. Wê demê, Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Soranê Karwan Mîrawdelî ji Kurdistan24ê re ragihandibû: "Bi hevkariya kompanyayeke kerta taybet û tîmeke endazyarî ji Hewlêrê, em teknîka nû bi kar tînin, ku ev cara yekê ye di warê berevaniya şaristanî de ji bo lêgeriyana di nav avê de tê bikaranîn."

Li ser awayê bikarkirina wî amûrî, Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Soranê amaje bi wê yekê kir ku ew amûr di şêweyê çargoşeyekê de ye û hestiyar anko senserên elektrîkî pê ve ne; dikare heta kûrahiya 15 metreyan û di bazineyeke 25 metreyî de, her tiştekî hesinî di nav avê de hebe, bi rêya nîşana rengan destnîşan bike.