Di Roja Zimanê Kurdî de daxwaza fermîbûna zimanê kurdî hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê li Diyarbekirê di Roja Cejna Zimanê Kurdî de, bal kêşand ser metirsiyên ser zimanê kurdî û banga xwedîlêderketina zimanê kurdî kir. Herwiha Platforma Saziyên Demokratîk jî ji Qada Şêx Seîd bang kir ku divê li Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe xwedî statu û rê li ber perwerdehiya bi zimanê dayîkê were vekirin.

Di 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de ku Salvegera Çapa Hijmara Yekem a Kovara Hawarê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî ve ye li Diyarbekirê çalakiyên zimanê kurdî hatin li darxistin. Di vê çarçoveyê de Platforma Saziyên Demokratîk ji Qada Şêx Seîd bi civîneke çapemeniyê daxwaz kir ku li Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe xwedî statu û her wiha astengiyên pêşiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ji holê werin rakirin. Di daxuyaniyê de bal hate kêşan demeke ku behsa aştî û çareseriyê tê kirin de gavên ji bo zimanê kurdî werin avêtin dê bibin nîşaneya jidilbuna dewletê ya bo çareseriya pirsa kurd jî.

Welatî Emîne Damar: “Zimanê me hebuna me ye, bila zimanê me bibe fermî.”

Welatî Eyşan Çetîn: “Bila hemû kurd zimanê xwe bi kar bînin û zimanê me pêş bixin.”

Welatî Hediye Demîr: “Heger em zimanê xwe bi kar bînin emê bi ser bikevin, em ziman û ax û welatê xwe dixwazin.”

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê Partiya Welatparêzên Kurdistanê ve jî semînerek hat li darxistin. Di semînerê de behsa xizmet û xebatên kovara hawarê hat kirin û bal hat kêşan ku heta pirsa ziman çareser nebe pirsa kurd li Tirkiyê çareser nabe.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji Kurdistan24ê re got: “Bila dewlet aqilê xwe bide serê xwe û zimanê kurdî bike fermî, eger pirsa ziman çareser nebe pêvajo bigihije encamê jî pirsgirêk çareser nabe, em zimanê xwe dixwazin siyasetmedarên daxwaza ziman nekin nikarin nunertiya me bikin.”

Li aliyekî bang li dewletê hat kirin ku zimanê kurdî bibe xwedî statu, li aliyekî jî bang li civaka kurd hat kirin ku li hemû qadên jiyanê zimanê kurdî were bikaranîn.