Emîr Hatemî: Balafirên me digihîjin bingehên Amerîkayê
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê tekez li ser "hêza baweriyê" ya hêzên Îranê di dema berevanîkirina ji welatê xwe de kir û ragihand; balafirên wan dikarin ji sîstemên herî pêşkeftî yên Amerîkayê derbaz bibin. Hevdem Fermandariya CENTCOMê jî amarên êrîşên komên ser bi Îranê û encamên operasyona xwe ya serbazî eşkere kirin.
Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Emîr Hatemî îro (În, 15ê Gulana 2026ê) di peyameke nû de ragihand: "Hêza bawerî û îmanê ye ku dikare balafireke şer ya 'F-5' bigihîne asmanê bingehên hêzên Amerîkayê li Kuweytê, di demekê de ku Amerîkayê sîstemên herî pêşkeftî yên berevaniya asmanî û bejayî hene."
Hatemî destnîşan jî kir ku ev hêza baweriya wan dijminan tûşî sergerdaniyê dike, bi rengekî ku "heta bi şaşî balafirên xwe jî dikin armanc." Wî gelê Îranê jî piştrast kir ku hêzên çekdar dê heta dilopa dawiyê ya xwîna xwe berevaniyê ji serweriya axê, serbixweyî û sîstema Komara Îslamî de bikin.
CENTCOM: Me 90% pîşesaziya berevaniya Îranê ji nav biriye
Ji aliyekê din ve jî, Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper îro (În, 15ê Gulana 2026ê) di çarçoveya civîna li beramberî Komîteya Xizmetkariya Serbazî ya Encûmena Pîrên Amerîkayê de ragihand: "Di 30 mehên beriya operasyona me ya li dijî Îranê de, komên terorîstî yên ser bi Îranê ve zêdetir ji 350 caran êrîş kiribûn ser serbaz û dîplomatkarên Amerîkayê."
Brad Cooper tekez jî kir ku di êrîşên wan ên li ser Îranê de, Amerîka gihîştiye armancên xwe yên serbazî û ragihand: "90% ji pîşesaziya berevaniyê ya wî welatî hatiye jinavbirin."
Ev daxuyaniyên dijber di demekê de ne ku tevî agirbesta heyî, Amerîka û Îran bi rêya daxuyaniyên serbazî hêza xwe nîşan didin û hevdu bi binpêkirinan tohmetbar dikin.