Roja Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê: Hem pîrozbahî hem jî êrîş û binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li seranserê Bakurê Kurdistanê, 15ê Gulanê "Roja Zimanê Kurdî" bi çalakiyên curbicur hat pîrozkirin. Tevî ku li gelek bajaran bi coş pîrozbahî hatin encamdan, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsan êrîşî çalakvanan kir û çend rêveberên partiyên siyasî binçav kirin.

Daxwaza Zimanê Fermî û Perwerdehiyê

Sazî û rêxistinên zimanê Kurdî, partiyên siyasî û zimanzan bi boneya vê rojê, daxwazên xwe yên sereke dubare kirin. Hat destnîşankirin ku divê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û xwedî statuyeke fermî be.

Li bajarên wekî Wan, Diyarbekir, Erzirom, Mûş, Riha, Meletî û Şirnexê bi çalakiyên hunerî, civakî û wêjeyî giringiya zimanê dayikê hat ziman. Bi taybetî li Wanê di panel û civînan de bal hat kişandin ser pêwîstiya bikaranîna Kurdî di hemû qadên jiyanê de.

Li Qoserê Êrîşa Polîsan û Binçavkirin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK û kesayetên serbixwe xwestin bi boneya 94emîn salvegera weşana Kovara Hawarê û Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Lê belê polîsan li Qada Azadiyê rê li ber wan girt. Çalakvanan xwestin daxuyaniya xwe bixwînin, lê polîsan bi tundî êrîşî wan kir. Di encama vê destwerdanê de, Serokê Rêxistina Mêrdînê ya PWKê Nezîr Gelerî, Rêveberê PWKê Şêxmûs Unal û Huseyîn Kaplan hatin binçavkirin:

Şermezarkirina Tund

Partiyên Kurdistanî û rêxistinên mafên mirovan êrîşa li Qoserê û binçavkirina çalakvanan bi tundî şermezar kirin. Hat diyar kirin ku êrîşkirina li ser çalakiya zimanê dayikê nayê qebûlkirin û binpêkirina mafên herî bingehîn e.

Roja Zimanê Kurdî, ku koka xwe ji roja derketina yekem hejmara Kovara Hawarê ya bi serkêşiya Celadet Alî Bedirxan digire, her sal di 15ê Gulanê de wekî "Roja Zimanê Kurdî" li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tê pîrozkirin.