Elî Zeydî wek Serokwezîrê nû yê Iraqê dest bi kar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Elî Zeydî di merasîmeke taybet de, îro 16ê Gulana 2026an wek Serokwezîrê nû yê hikûmeta federal a Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar bi fermî dest bi karê xwe kir.
Elî Zeydî li Koşka Serokatiya Hikûmetê ya li paytext Bexdayê, ji aliyê serokwezîrê berê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin û erkê serokwezîriyê radestî wî hat kirin. Di merasîmê de, wekî protokoleke kevneşopî ya Iraqê ya ji bo rêzgirtin û pêşwaziya serokwezîrê nû, 21 gulle-top hatin teqandin.
Beriya ku dest bi kar bike, Serokwezîrê nû Elî Zeydî di 7ê Gulana 2026an de bernameya kar û kabîneya xwe ya nû pêşkêşî Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî kiribû. Du roj berê, di 14ê Gulana 2026an de, Elî Zeydî û 14 wezîrên kabîneya wî ji aliyê parlamentoyê ve bawerî wergirtibûn.
Bi vî awayî, kabîneya nû ya Iraqê di bin serokatiya Elî Zeydî de dest bi erkê xwe yê fermî kir.