Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkeftina Roja Zimanê Kurdî, li nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li bajarê Efrînê pîrozbahiyek hat li dar xistin. Di çalakiyê de hejmarek xwendekarên ku asta yekem a fêrbûna zimanê kurdî derbas kiribûn, hatin xelatkirin.

Pîrozbahî bi amadebûna komek nivîskar, rewşenbîr û kesên ku girîngiyê didin zimanê kurdî birêve çû. Di çalakiyê de gelek axaftin li ser giringiya fêrbûn û pêşxistina zimanê dayikê, bi taybetî ji bo nifşê nû, hatin pêşkêşkirin. Amadebûyan tekez kir ku "zimanê me, nasnameya me ye" û divê wekî mîraseke pîroz were parastin.

Axaftvanan bal kişandin ser pêdiviya parastina zimanê kurdî û daxwaz kirin ku di destûra nû ya Sûriyê de, zimanê kurdî li gel zimanê erebî wekî zimanekî niştimanî û fermî were nasîn; bi taybetî li herêmên Efrîn, Kobanî û Cizîrê.

Ev roj (15ê Gulanê) wekî salvegera derketina yekem hejmara kovara "Hawar"ê tê naskirin, ku di 15/5/1932an de ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve li Şamê hatibû weşandin. Di merasîmê de gotina dîrokî ya Mîr Celadet Bedirxan hat bibîrxistin ku digot: "Zimanên beyanî çek û kincên me ne, lê zimanê kurdî cerm û laşê me ye."

Di dawiya pîrozbahiyê de, bawernameyên serkeftinê li ser xwendekarên xula zimanê kurdî hatin dabeşkirin.