Bi dronê êrîşî Îmaratê hat kirin; kargeheke atomî hat armanckirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsîngeha Ragihandinê ya Ebû Zebî eşkere kir ku ji ber êrîşeke bi dronê, agir berbû jeneratoreke elekrîkê li derveyî westgeha Atomî ya "Bereke"yê. Herwesa hat ragihandin ku agir hatîye kontrolkirin û tu zirarên canî yan xeteriyên tîşkdanê çê nebûne.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Ebû Zebî îro (Yekşem, 17ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku tîmên berevaniyê serederî ligel agirekî kiriye ku di jeneratoreke elekrîkê ya derveyî çarçoveya Westgeha Hêza Atomî ya "Bereke"yê de derketibû.
Nivîsîngeha navborî amaje bi wê yekê jî kir ku ew agir ji ber êrîşeke dronekê qewimiye, lê tu zirarên canî jê çê nebûne û tu bandoreke neyênî jî li ser astên silametiya tîşkî nebûne. Di daxuyaniyê de nehatîye eşkerekirin ka ew êrîş ji aliyê kê ve hatîye kirin û heta niha tu aliyekî berpirsiyariya xwe li ser wê diyar nekiriye.
Sîstemên Navxweyî yên Westgehê Parastî ne
Ji aliyekî din ve jî, Desteya Federalî ya Çavdêriya Atomî li Îmaratê ron jî kir ku wî agirî bi tu awayekî bandor li ser silametiya wê westgehê yan sîstemên navxweyî yên serekî nekiriye, belkî rewş bi temamî di bin kontrolê de ye.
Westgeha Hêza Atomî ya "Bereke"yê li Îmaratê û cîhana Erebî westgeha yekê ya enerjiya atomî ye, ku li devera Zefreyê ya girêdayî mîrgeha Ebû Zebî ye. Ev westgeh ji çar reaktorên atomî pêk tê û bi armanca dabînkirina 25% ya pêdivîtiyên elektrîka wî welatî bêyî derdana gaza karbonê hatîye çêkirin.